Tevgera Çand û Huner komplo şermezar kirin

  • 18:10 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê cotmehê meşek girseyî lidarxistin.
 
Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9'ê cotmehê ya li dijî  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê bi dirûşma "Em komploya 9'ê cotmehê şermezar dikin" bi tevlîbûna hemû endamên Çand û Hunerê li ser asta herêma Qamişlo û Hesekê li bajarê Qamişloyê meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê hatibû hildan. Meş ji Çand û Huenra Mihemed Şêxo destpêkir û li ber navenda neteweyên yekbûyî rawestiya. 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyê azadiyê, daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Tevgera Çand û Hunerê Ednan Îbrahîm ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Rêber Apo berî 22 salan bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin. Niha li Girava îmraliyê ya yek kesî de di bin çavdêriya dadgeha mafê mirovan a Ewrûyaê de bi rengekî bê adîlanê hat darizandin. Rêber Apo ew 22 salin li Girava Îmraliyê de di bin tecrîdekê girankirî de dijî. Malbat û parêzer jî di nav de, tu hevdîtin pêk nayên. Serdana parêzeran ji miwekilê xwe re hevdîtin çêbikin, bi sedemên ne rast yên mîna keştî xerabeye, rewşa hewayî ne başe her carî tên red kirin. Di encamê de tecrîdek girankirî li Îmraliyê li ser Rêberê me tê meşandin.
 
Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, 22 Salin li ber çavên dunyayê ew sûcê mirovahiyê tê meşandin. Dunya û hemû saziyên ku xwe wekî parastina mafê mirvan bi nav dikin bêdeng ker, kor û lalin. Em wekî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê van nêzîkatiyan şermezar dikin. Îro û şunde ji bo azadiya Rêber Apo em ê her di nava çalakiyan de bin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.