Li Şirnexê salvegera avabûna HDP’ê hat pîrozkirin

  • 16:43 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistinên HDP’ê  yên navend û navçeyên Şirnexê,  8’emîn salvegera avabûna partiya xwe bi şahiyekê pîroz kirin. Di şahiyê de Nuran Îmîr a ku axivî, salvegera partiya xwe pîroz kir û got: “Em bi bawerî û bi hêz in. Tu kes nikare hêza me têk bibe.”
 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Şirnexê, bi minasebeta 8’emîn salvegera avabûna partiya xwe li avahiya HDP'ê ya Şirnexê şahî li dar xistin. Li salona şahî lê hat lidarxistin pankarta bi dirûşmên "8'emîn Salvegera Avabûna Partiya me HDP'ê li hemû Gelê me Pîroz Be ", "Berxwedan Jiyane" û "Em xwe Diparêzin" hat daliqandin. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyin Kaçmaz, aktîvîstên TJA'yê, Hevşaredarên Şaredariya HDP'ê ya Silopiyê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî şahiyê bûn. 
 
Jinên Şirnexê bi kincên xwe yên kurdî tevli şahiya ku bi merasîmê hat destpêkirin bûn û govend gerandin. Di şahiyê de sînevîzyonek derbarê HDP'ê de hat pêşandan.
 
Piştre Nuran  Îmîr axivî û hemû têkoşerên ku ji bo azadiya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Nuran, destnîşan kir ku zilm û zextên dewletê wekî duh îro jî berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Bi kevneşopiya bi salanan em heta roja îro hatine. Dixwazin Gelê Kurd bifetisînin. Fikr û ramanên birêz Ocalan li hemû cihanê belavbûne.”
 
‘Tu kes nikare  hêz û pêşengiya vê tevgerê tune bike’
 
Nuran, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişnd ser pergala hevserokatiyê û ev tiştan anî ziman: “Ev pergal ji aliyê tevahiya Ewropayê ve tê pejirandin û îqtîdar qebûl nake. Lê li dijî hemû êrîşan em bi hêztir bûn. Bi hewldanên tunekirina li gel HDP’ê dixwazin gelê kurd jî tune bikin. Îro hêza me gihîşt bi mîlyonan. Bi zext û girtinan nikarin me bidin sekinandin. Tu kes nikare  hêz û pêşengiya vê tevgerê tune bike. Em her ku diçe mezin dibin û zêde dibin. Dixwazin civakê birizînin û êrîş dikin.Îro li Şirnexê dixwazin vê bikin. Hemû pêşengên vê civakê yan kuştin an jî kirin girtîgehan.  Hemû sazî û dezgehên me girtin. Ji bo ala me bilind nebe çi ji destên wan tê dikin. Lê bila bizanibin ku em teslîm nabin. Em avabûna partiya xwe hezar carî pîroz dikin.”
 
Piştî ku Hasan Kaçmaz jî axivî girsê bi dirûşên “Jin Jiyan Azadî” û “Şehît Namirin” şahî bi gerandina govendê hat berdewamkirin.