Daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat redkirin
- 16:31 15 Cotmeh 2020
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê qedexekirina hevdîtina parêzeran a 6 mehan hincet nîşan da û daxwaza parêzeran carek din red kir.
Ji parêzeran Rêzan Sarica û Newroz Ûysal herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel Abdullah Ocalan hevdîtin kiribûn.