Ji bo 8'emîn salvegera HDP'ê qurnefîl hatin belavkirin
- 14:26 15 Cotmeh 2020
- Rojane
MÊRDÎN - HDP'ê bi munasebeta salvegera damezrandina xwe li navçeyan qurnefîl belav kir.
Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 8'emîn salvegera damezrandina HDP'ê li navçeyan qurnefîl belav kirin. Li navçeya Dêrikê berdevka HDP’ê parlamenter Ebrû Gunay û li Nisêbînê jî bi tevlîbûna parlamenter Pero Dundar serdana navçeyan pêk hat.
Rêxistina HDP’ê ku li kolan û esnafên navçeyan geriya bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.