Ji bo 8'emîn salvegera HDP'ê qurnefîl hatin belavkirin 2020-10-15 14:26:00   MÊRDÎN -  HDP'ê bi munasebeta salvegera damezrandina xwe li navçeyan qurnefîl belav kir.    Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta 8'emîn salvegera damezrandina HDP'ê li navçeyan qurnefîl belav kirin. Li navçeya Dêrikê berdevka HDP’ê parlamenter Ebrû Gunay û li Nisêbînê jî bi tevlîbûna parlamenter Pero Dundar serdana navçeyan pêk hat.   Rêxistina HDP’ê ku li kolan û esnafên navçeyan geriya bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin.