Kedkarên Herêma Firatê konferansa xwe li dar xistin

  • 11:56 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Kedkarên herêma Firatê bi dirûşma "Bi kedê em ê civaka demokratîk ava bikin" yekemîn konfransa xwe li dar xist.
 
Bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Yekîtiya Kedkarên herêma Firatê bi amedebûna 200 delegeyan, saziyên Civaka Sivîl, Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, yekemîn konferansa xwe li hola Çand û Hunera Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar xist.
 
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê rewşa siyasî ji aliyê Hevserokê TEV-DEM Osman Xelef ve wiha hat nirxandin: "Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên dewletên serdest tê guhertin. Di dîroka mirovahiyê de hêza herî xurt a kedkaran e ku bi têkoşîna xwe çarenûsa gelên bindest guhertin, loma em jî weke kedkar divê li hember vê pêvajoya nazik bi vîneke xurt û azad bi ser kevin û bibin bersiva tevahî êrîşan."
 
Piştre rapora salê ji aliyê Endamê Yekîtiya Karmendan Egîd Ebdo ve hat xwendin û piştre ji aliyê beşdarvanan ve hat nirxandin. Niha Rêziknameya Yekîtiya Kedkaran ji aliyê hevseroka TEV-DEM Cîhan Derwîş ve tê xwendin.
 
Weke ku hat payîn wê di dawiya konferansê de hevserok werin hilbijartin.