Li Hesekê Pêşdibistanek bi navê 'Şehîd Leyan' hat vekirin
- 11:47 15 Cotmeh 2020
- Rojane
HESEKÊ - Komîteya Pêşdibistanan a Kantona Hesekê Pêşdibistanek li taxa Ezîziyê ya Bajarê Hesekê bi navê Leyan vekir.
Ji bo pêşxistina kar û xebatên perwerdehiyê, îro Komîteya Pêşdibistanan a kantona Hesekê pêşdibistanek bi navê Şehîd Leyan li Taxa Ezîziyê vekir. Pêşdibistan ji aliyê Berdevka Xweser a Rêveberiya Dibistanên li Kantona Hesekê Kewser Ehmed ve hate vekirin.
Paşê, Hevseroka Rêveberiya Distanan a kantona Hesekê Jînda Ehmed vekirina pêşdibistanê li tevahî şagirt û malbatê wan pîroz kir û wiha got: "Di dema belavbûna Vîrûsa Koronayê de bandoreke neyînî li ser zarokan û xebatên perwerdehiyê hat kirin. Di gelek aliyan de zarok ji perwerdeya xwe li paş man. Ji bo ku em kar û xebatên perwerdehiyê li pêş bixin, me ji bo şagirtan pêşdibistaneke nû vekir. Em ê li gorî derfetên xwe li her deverekê ku pêwistiya wan bi pêşdibistanê hebe, em ê vekin. Di pêşdibistanê de 6 ref amade ne, 52 şagirt in û 7 mamosteyên pispor ji bo perwerdehiya wan hatiye erkdarkirin."
Jînda di dawiya axftina xwede sersaxî ji malbata Leyan xwest û wiha got: ”Şehîd Leyan zarokek bû, li Taxa Miftî di teqîna Newroza 2015’an de şehîd bû. Ji bo wê jî îro em vê pêşdibistanê li ser navê Şehîd Leyan vedikin û em ê asta pêşxistina kar û xebatê perwerdehiyê bilind bikin. Pêwist e em nifşekî xwedî çand, ziman û exlaq ava bikin.”
Çalakiya vekirina pêşdibistanê bi gerandina govendê û pêşkêşkirina stranan a ji aliyê şagirt û mamosteyan bi dawî bû .