Li Hesekê Pêşdibistanek bi navê 'Şehîd Leyan' hat vekirin 2020-10-15 11:47:27   HESEKÊ - Komîteya Pêşdibistanan a Kantona Hesekê Pêşdibistanek li taxa Ezîziyê ya Bajarê Hesekê bi navê Leyan vekir.   Ji bo pêşxistina kar û xebatên perwerdehiyê, îro Komîteya Pêşdibistanan a kantona Hesekê pêşdibistanek bi navê Şehîd Leyan li Taxa Ezîziyê vekir.  Pêşdibistan ji aliyê Berdevka Xweser a Rêveberiya Dibistanên li Kantona Hesekê Kewser Ehmed ve hate vekirin.    Paşê, Hevseroka  Rêveberiya Distanan a kantona Hesekê Jînda Ehmed vekirina pêşdibistanê li tevahî şagirt û malbatê wan pîroz kir û wiha got: "Di dema belavbûna Vîrûsa Koronayê de bandoreke neyînî li ser zarokan û xebatên perwerdehiyê hat kirin. Di gelek aliyan de zarok ji perwerdeya xwe li paş man. Ji bo ku em kar û xebatên perwerdehiyê li pêş bixin, me ji bo şagirtan pêşdibistaneke nû vekir.  Em ê li gorî derfetên xwe li her deverekê  ku pêwistiya wan bi pêşdibistanê hebe, em ê vekin. Di pêşdibistanê de 6 ref amade ne, 52 şagirt in û 7 mamosteyên pispor ji bo perwerdehiya wan hatiye erkdarkirin."   Jînda di dawiya axftina xwede sersaxî ji malbata Leyan xwest û wiha got: ”Şehîd Leyan zarokek bû,  li Taxa Miftî di teqîna Newroza 2015’an de şehîd bû.  Ji bo wê jî îro em vê pêşdibistanê li ser navê Şehîd Leyan vedikin û em ê asta pêşxistina kar û xebatê perwerdehiyê bilind bikin.  Pêwist e em nifşekî xwedî çand, ziman û exlaq ava bikin.”   Çalakiya vekirina pêşdibistanê bi gerandina govendê  û pêşkêşkirina stranan a ji aliyê şagirt  û mamosteyan  bi dawî bû .