Sevînç Îzol: Li Rihayê Feodalîzm tê parastin

  • 09:19 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
RIHA - Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Mala Jiyanê Sevînç Îzol derbarê tundî, destdirêjî û tecawiza li Rihayê zêde dibe de got, "Li her derê modernîteya kapîtalîst tê pêşxistin, li Rihayê jî feodalîzm tê parstin û bi polîtîkayên cuda tê pêşxistin."
 
Li herêmê û li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê, her roj hejmara zarok û jinên ku tundî destdirêjî li wan tê kirin û tên qetilkirin zêde dibe. Berpirsên zêdebûna van bûyeran jî li gel giliyê tê kirin polîs û dozgerên ku derbarê kesên gilî li wan tê kirin de tu helwestê nîşan nadin e.  Ji bo vê jî minakên herî girîng Emîne Bulut û Ayşe Tugba Aslan in.Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Mala Jiyanê Sevînç Îzol derbarê tundî, destdirêjî û tecawiza li Rihayê zêde dibe de
 
'Ger ku hûn kurd û jin bin em dikarin her tiştî bi we bikin' 
 
Sevînçê got ku li herêmê zext, destdirêjî û tecawiza tê kirin cara yekê nehatine kirin,  lê di demên dawîn de zêde tên rojevê û got ku ji ber polîtîkayên taybet ên li herêmê bûyerên bi vî rengî zêde dibin.Sevînçê anî ziman ku bi vê rêbazê di ser jinê re êrîşî civakê û nirxên wê dikin. Sevînçê tecawiza ku ji aliyê çawîşê Pispor Musa Orhan ve li Îpek Er hat kirin jî bi bîr xist û wiha got, "Bi van pêkanên tên kirin dibêjin, 'ger ku tu kurd û jin bî mafê me heye ku em her tiştî bikin'.  Dixwazin civakê bi van polîtîkayan biçewisînin. Bi bûyera Musa Orhan re xwestin bibêjin, 'ger ku tu mêr û bi kincên leşkerî bî tu dikarî her tiştî bikî'. Ji xwe Musa Orhan jî heman tişt gotibû, ji ber wê bû ku qet nehat girtin."
 
'Jin dînamîka civakê ya herî girîng e'
 
Sevînçê got ku ji mevkî û makamên herî bilind  li tecwizê xwedî dertên û bi vê re destdirêjî tundî û tecwiza li zarok û jinan tê kirin meşrû dikin. Sevînê wiha berdewam kir, "Ev tîta bi tayebt ku tê xwestin bê kirin e. Ji ber ku jin dînamîka herî girîng a civakê ye. Di pêvajoya koronayê de jî ya ku kolan terk nekir û li têkoşînê xwedî derket jin bû. Jinan di vê pêvajoyê de ji bo mafên xwe têkoşîna xwe berdewam kirin."
 
'Li gorî peymanê tevnagerin' 
 
Sevînçê bal kişand ser peymana Stenbolê ku tê xwestin Tirkiye xwe jê vekişîne û got, "Peymana Stenbolê peymaneke civakî ye. Ger ku peymanê îptal bikin ev tê wateya ku dibêjin, 'em civak û jinê nas nakin'. Jin vê qebûl nakin û wê qebûl jî nekin. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî polîtîkayên şerê taybet in .Sedema qirkirina jinan polîtîkayên bêcezahiştinê ne."
 
'Ji ber ku jin in tên qetilkirin'
 
Sevînçê, diyar kir ku polîtîkayên tundiyê tercîheke polîtîk in û got ku divê jin li dijî van polîtîkayan bi rêxistin tevbigerin. Sevînç wiha berdewam kir, "Ji ber ku jin in tên kuştin .Riha bajarê çandê ye. Lê li vî bajarî li gel ku çandên cuda cuda hene jî tu kesî heta roja îro hev ne êşandine. Li herderê modernîteya kapîtalîst tê pêşxistin û li Rihayê jî feodalîzm tê parastin û bi vê polîtîkayên xwe yên şerê taybet li ser bajêr ferz dikin. Li  vî bajarî mafê jinê di asta herî jêr de ye. Ev jî zararê dide civakê û nahêle ku jin xwe bi rengê xwe îfad bike. Lê çi dibe bila bibe em dizanin ku jin xwdî enerjiyek herikbar e."
 
'Ji bo em bijîn divê em xwe biparêzin'
 
Sevînçê got ku tenê mafên jinan li Tirkiyeyê tê niqaşkirin û anî ziman ku jin di civakê de ne xwedî mafê wekhev e. Sevînçê got ku divê di nava civakê de wekheviya zayendî pêk bê û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Divê jin di serî de wekî kes bên dîtin û fafên wê jê re bên dayîn. Divê li rêxistinên jinan xwedî bê derketin û bên parastin. Em hene li jiyanê ne û bi rengê xwe hene. Ji bo ku em bijîn divê em xwe biparêzin."