'Me li Zanîngeha Kobanê li dijî vîrusê tedbîrên pêwist girtin'

  • 09:14 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim têkildarî destpêkirina serdema nû ya sala 2020-2021'an a Zanîngeha Kobanê û girtina tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê wiha got: "Me li hember Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst girtine, loma me û xwendekaran bi coşeke mezin dest bi sala nû ya zanîngehê kir."
 
Zanîngeha Kobanê bi beşên xwe yên Wêjeyî (Ziman û wêjeya Kurdî) û zanyarî (Biyolojî, Bîrkarî, Fîzik û Kîmya û Labaratuwar) dest bi sala xwendinê ya nû kir. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Zanîngehê Şêrîn Mislim di derbarê zaningehê de agahiyên berfireh parve kir.
 
'Me li hember Vîrusa Koronayê tedbîr girtine'
 
Şêrînê di despêkê de behsa tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê kir û wiha got:"Hîna xetereya Vîrûsa Koronayê ya li ser herêmê heye, ji ber vê me avahiya zanîngehê dezenfekte kir, her wiha tevahî xwendekar hatin hişyarkirin ku di navbera xwe de mesafeyê biparêzin, rûpoş û lepikan bi kar bînin. Her wiha ji sala yekemîn ya zanîngehê 318 xwendekaran serîlêdan kirine, lê hîna encam diyar nebûye."
 
'Plansaziya sala nû dewlemend e'
 
Şêrînê plansaziya sala nû viha vegot: "Di plansaziya me ya vê salê de beşên nû tune ne, lê amedekariyên vekirina peymangeha wêjeya Îngilîzî, wêjeya Erebî, rêveberî û qanûnê tên kirin. Bi giştî amedekarî ji bo pirtûkên nû, têgîn, wane, semîner, zêdekirina kadroyên zanîngehê ne. Her wiha di vê salê de wê komek zanîngehê bi dawî bikin, loma ji bo projeyên ji xwendekaran werin xwestin amedekarî jî tên kirin. Hejmara bijîşk û semînervanan bi giştî 25 in, xwendekarên tomarkirî 179 in, 53 yên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ne, 126 xwendekar jî yên beşa zanyarî ku Biyolojî, Kîmya, Fîzîk û Laboratuwar dixwînin."