‘Em li dijî hemû cureyên êrîşan xwe diparêzin’

  • 09:10 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
afiye Alagaş
 
ÊLIH - Aktîvîstên TJA’yê yên Êlihê diyar kirin ku li dijî bêdengkirina civakê rol û mîsyona kampanyaya "Em xwe diparêzin" bêtir girîng dibe û gotin: "Li gel êrişên fizîkî û derûnî, êrîşê xweza, ziman, çand û dîrokê jî tê kirin. Li dijî êrişan helwest û sekna jinan girîng e."
 
bi navê “em xwe diparêzin” axivin û gotin: “Li ser xweza, çand, ziman, dîrok û nasnameyê me êrîşek topyekûn heye. Em jî li hemberê van hemû êrîşan xwe diparêzin. Li Êlîhê tax bi tax, gund bi gund digerin. Bi jinan re tên ligel hev. Ji bo ku em li dijî van êrîşan derkevin jinan bi hişmend dikin. Em jinan guhdar dikin. Niqaşên hevpar dikin. Em ê xwe bigihînin hemû jinan, zarokên xwe ji îstîsmarê biparêzin û nehêlin ku ciwanên me di bin navê evînê de bên xapandin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê îlonê de, li dijî tecrîdê, li dijî şîdeta li hemberî jinan û li dijî êrişên nîjadî ya li hemberî Gelê Kurd bi dirûşma “Em xwe diparêzin” kampanyek dabû destpêkirin. Kampanya dê 4 mehan berdewam bike. Kampanyaya li gelek bajaran bi daxuyaniyan hat destpêkirin. Derbarê kampanyayê de aktivîsta TJA'ye Gulistan Sonuk û Hevşaredara Êlihê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Songul Korkmaz axivî. 
 
‘Dixwazin civakê bêdeng bikin' 
 
Gulistan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinê û got: "Di dîroka jinê ya 5 hezar salî de her tim li hemberê jinê êrişek hebûye. Dem bi dem  ev êriş bi destê dewletê pêk hatiye. Dem bi dem ev êriş bi destê mêran pêk hatiye. Her wiha dixwazin jinê bi navê ol, hişmendiya civakê û malbatê jinê bi sînor bikin. Jinan di nava çar diwaran de dixwazin bihelînin. Her wiha di nava çar dîwaran de jî jin dihat şopandin; xwarin, vexwarin, cil li xwekirin û her tişt li gorî biryara mêran bû. Sekn û fikra jinê li gorî civakê teşe digirt. Lê Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'heya jin azad nebe, civak jî azad nabe'.  Bi rastî jî di şexsê jinê de civakê bindest û bêdeng dikin."
 
‘Êrişek hem fîzîkî hem jî derûnî tê meşandin' 
 
Gulistan, destnîşan kir ku îro li herêmê li hemberî jinên kurd êrîşek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewlet dixwaze bi destê polîs û leşkeran êrişek hem fizikî hem jî derûnî pêk bîne. Ji bo wê jî, di serî de ji xwe re bajarên wek pîlot hildibjêrin. Hemû planên xwe li Enqereyê dikin û li herêmê jî dixin meriyetê. Mirov dikare mînaka Îpek Er a Êlihê bide. Di şexsê Îpekê de xwestin deng û vîna jin û jinên Êlihê qut bikin. Di heman demê de bi van êrişan ji civaka kurd re jî peyamek dan. Wekî; me axa ve dagir kir, çiyayên we bombe barand, qeyûm tayînê şaredariyên we kir, em siyasetmedarên we digirin, em dikarin her tiştî bikin. Her wiha di sala 90’î de Musa Çîtîl jî heman sûcê kiribû û bê ceza mabû."
 
‘Em tax bi tax kampanyaya xwe vedibêjin' 
 
Gulîstan, diyar kir ku li hemberî kurdan êrişek topyekûn heye û wiha axivî: "Li ser xweza, çand, ziman, dîrok û nasnameya kurdan êrişek topyekûn heye. Em jî li hemberê van hemû êrîşan xwe diparêzin. Li Êlîhê tax bi tax, gund bi gund em digerin. Bi jinan re tên cem hev. Ji bo ku em li dijî van êrişan derkevin em xebatên agahdarkirinê didin meşandin. Em bi hev re nîqaşan dikin." 
 
‘Sekn û hêza herî xurt jin nîşan didin' 
 
Songul jî di axaftina xwe de bêtir bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên dewletê û armancên kampanyayê û wiha bi lêv kir: "Li dijî polîtîkayên qirêj ên dewletê kampanyayek wisa me da destpêkirin. Ji ber ku li Rojhîlata Navîn hedefa sereke jin e. Pergala heyî bi zanebûnî êrişên jinan dike. Lê divê em bipirsin gelo çima êrişê jinan dikin. Ji ber ku li hemberê faşîzma AKP-MHP’ê, sekn û hêza herî xurt jin nîşan dide. Ji ber vê yekê jin dibin hedefekê mezin. Her wiha em her roj bi her cureyên şîdetê re rûbirû dîminin. Di her aliyê jiyanê de mudaxeleyek li hemberî jinê tê kirin. Helbet destpêkirina kampanyayê di vê merheleyê de girîng e." 
 
Songul, da zanîn ku xwe parastin ne tenê xweparastina fîzîkiyê û parastina xweza, ziman, çand û dîrokê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li çiyayên Cûdî û Gabarê niha daristan dişewitin. Şewatên ku li vir derketin bi zanêtî hat derxistin û nayên wemirandin jî. Li vir jî rolekî kampanyaya me heye. Çarçoveya kampanyaya me gelek berfireh e û em dixwazin xwe bighînin hemû beşên jiyanê."