'Pergala serdest xwe li ser kapîtalîzmê xurt dike'

  • 09:05 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên ku cihê xwe di nava PYD'ê ya herêma Efrînê de digirin li ser pergala serdest a xwe li ser kapîtalîzmê xurt dike û li dijî vê yekê têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha gotin:"Pergela serdest xwe li ser modernîteya kapîtalîst dide xurtkirin. Li dijî van  pergalan Rêber Apo kete nava lêgerînê û bi ramanên xwe bû çareseriya gelek pirsgirêkan."
 
Pergalên ku di nava civakê de xwe li ser kapîtalîzmê dane rûniştandin her yek bi rengekî tev digerin lê armanca wan yek e. Ev jî parçekirina civakan e. Li hember vê yekê bi armanca çereserkirina pirsgirêkên civakan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi lêgerîn û ramanên xwe hewil da çareseriyan derxe pêş. Derbarê mijara pirsgirêkên ku pergalên hegemon di civakê de didin meşandin û çareseriya wan pirsgirêkan jinên ku cihê xwe di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Efrînê de digirin ji ajansa me re nirxandin  kirin.
 
'Pergala serdest xwe li ser kapîtalîzmê dide xurtkirin'
 
Endama PYD'ê ya herêma Efrînê, Sureye Mustafa destnîşan kir ku pergalên heyî di nava civakê de xwe li ser kapîtalîzmê dide avakirin û wiha got: "Pergalên serdest li ser modernîteya kapîtalîzmê xwe dide xurtkirin û dixwaze serweriya xwe li ser civakê bide rûniştandin. Di encama hebûna van pergalan a di nava civakan de, êdî civak dixetime û bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne. Mînaka herî ber bi  çav jî rewşa heyî ya gelên Sûriyeyê û êşa ku di encama pargala Rêjîma BAAS'ê de 9 sal in dikşînin em dikarin wekî mînak bidin. Dema ku mirov qala pergalê dike heman zagon û desthilatdarî tê ber çavan. Ji ber avakirina pergala serdest zagon li ser gelan tên ferzkirin. Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re û bi birêvebirina pergala ku civakê ber bi xerabûnê ve dibe civakên li Sûriyeyê gihaştin asta parçekirinê. Nerastiya pergala serdest û ferzkirina zagonên ji bo mijûlkirina gel, civak ber bi helandinê ve diçe."
 
'Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê Rêber Apo şoreş ava kir'
 
Sureya di domandina axaftina xwe de bi lêv kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şoroşê re çareserkirina pirsgirêkên civakê bingeh girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî pergalên ku civakan û bi taybet jinan bi pegaleke bi pirsgirêk didin meşandin Rêber Apo bi destpêkirina Şoreşa Rojava ya ku bi buhara gelan tê nasîn xwest ku pirsgirêkên ku civak pê re rû bi rû dimîne çareser bike û ji bo çareserkirinê ket nava lêgerîna sedemên pirsgirêkan. Bi derketina şoreşê re, civakê xwe bi xwe bi rê ve bir û ji bo avakirina civakek azad û demokrat rexne û daxwazên gel hatin qebûlkirin. Ji ber Rêber Apo ji bo gel çareserî daye avakirin êdî gel fikir û ramanên Rêber Apo weke bingeha çareseriya pirsgirêkên xwe, dibîne. Ji bo wê pergalên hegemon bi armanca perçiqandina civakê êrîşî gel dike, lê li hember hemû êrîşan dîsa gel proje û ramanên Rêber Apo ji xwe re wekî kilîta parastinê hilbijartin."
 
'Bi nêrîna jinê pergala rast dê ava bibe'
 
Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a herêma Efrînê Roşîn Ibrahîm jî wiha got: "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê ku di encama hebûna pergalên hegemon de dertên holê, Rêber apo nêrîna jinê wekî hîma sereke ya şoreşa xwe girt. Ji ber ku tu pergalên rast bêyî nêrîna jinê nagihêjin çareseriyê. Rêber Apo nirxandin û lêgerînên xwe yên ji bo avakirina civakê her tim ziman û nêrîna jinê wekî xala sereke pejirand. Li gel kûrkirina pirsgirêkên civakê û dûrxistina wan  a ji çand, exlaq û baweriyê, Rêber Apo bi feraseta wekheviyê li berxwe da. Ramanên Rêber Apo li beranberî pergalên hegemon pêşî li parçebûyina civakê girt. "