'Di sala 2014'an de Şengal nehat parastin gelo dê niha biparêzin?'

  • 09:04 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
Nesrin Hisen - Almaz Nayîf
 
ŞENGAL - Bertek û nerazîbûnên li hemberî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê didomin. Jinên Êzidî, da zanîn ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî DAÎŞ'ê parastina Şengalê nehat kirin gelo dê niha parastinê bikin û gotin: "Peymana ku hatî kirin biryara fermanekê nû ye û bi tu awayî nayê qebûl kirin. Jin û dayik dê li dijî fermanê parastina xwe bikin." 
 
Di navbera hikûmeta Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de li ser ewlehiya Şengalê di 9'ê cotmehê de peymanek hat îmzekirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî peymanê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Bi taybetî jî jinên Êzidî li hemberî peymanê bi hers in. Jinên Êzidî derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman. 
 
'Zarokên me parastinê dikin' 
 
Zehre Şemo ji gunde Digure ye û bertek nîşanî peymanê da û got: "Em weke jinên Êzidî fermana hatiye serê me û reva peşmergeyan ji bîr nakin. Me di nav destê DAÎŞ’e de hiştin û reviyan. Berê fermanê 10 hezar peşmerge li vir bûn. dema dijmin hat dev jî me berdan û dijmin ket axa me. Keç û jinên Êzidî heta roja îro jî di destê dijmin de ne. Em weke jin naxwazin tu hêz bê ser axa me. Ji ber ku edî keç û xortên me gelê xwe diparez e. Em fermanek din naxwazin. Ew ji bo fermaneke din tên. Ev 6 sal in zarokên me axa me diparez e."
 
'Em dev jî axa xwe bernadin'
 
Meyan Xwededa, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser 6 salên ku derbasbûyî: "Li ser fermane ev 6 sal derbas bûn. Rêvebertiya me heye û em bi xwe dikin. Ev 6 sal in ligel hemû zor û zehmetiyan em li vir dijîn. Îro jî hatine li ser nave me biryaran digirin. Bi sedan zarokên me ji bo vê axê li ber xwe dan û şehîd ketin. Em qebûl nakin yên xiyanete kirine carekî din vegerin ser axa me. Divê nerînên şêniyên Şengalê bihata girtin. Bi taybet jî yên malbatên şehîdan. Em dev jî axa xwe bernadin û nahelin fermanekê din bê serê me. Zarokên me bi xwîna xwe Şengal rizgar kirin, em dev ji şehîdên xwe bernadin. Em xiyaneta peşmergeyên PDK ji bîr nakin. Şengal firotin, jin û zarokan di destê dijmin de hiştin.”
 
'Di sala 2014'an de neparastin dê niha biparêz in'
 
Rihan Xidir jî, diyar kir ku heke dixwazin Şengalê biparêzin çima di fermana 2014’an de reviyan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hatina peşmergeyên PDK em weke fermanekê dibînin. Em nahelin ku carekê din werin ser axa me. Em nahelin carekê din axa me talan bikin. Ev 6 sal in hêza me ya parastinê heye û em xwe diparêzin. Keç û xortên Êzidî parastina civaka xwe dikin. Pêdiwiya me bi tu hêzan nîne û em dikarin xwe biparêzin. Em bi hêza xwe serbilindin. Edî baweriya me tu hezên din û peşmergeyan naye. Heke peşmerge şerm bikin nedigotin em e carekê din vegerin Şengalê.”
 
'Biryara fermanek nû dan!'
 
Hevseroka Meclîsa Digure Edûl Şemo jî biryara ku hatî dayîn şermezar kir û wiha axivî: "Em heza ku dema fermane pişta xwe da me û çû qebûl nakin. Pişta xwe dan hemû Êzidiyan. Êzidî di nav desten dijmin de hiştin. Piştê vê xiyanete em tu care hatina wan qebûl nakin. Daxwaza hatina peşmergeyan a Şengale daxwaza fermanekê nû ye. Dîsa biryara fermanê girtine. Dayikek tenê li ser vê axê mabe jî dê vê biryarê qebûl neke. Dayik çawa li hemberî êrîşan li ber xwe daye dê îro jî li ber xwe bidin. Em ê wekê şehîd Nujiyan û Nazê li ber xwe bidin. Em fermanêkê din qebûl nakin.”