'Kesên temenmezin dîrok in, wan biparêzin'

  • 09:02 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Hemdiya Kûtê ya bi temenê xwe 60 salî ye da zanîn ku kesên temenê wan mezin hafizaya civakê ne, divê li dijî Vîrusa Koronayê xwe bêtir biparêzin û wiha got:"Kesên temenê wan mezin bîr û baweriya civakê ye divê li xwe miqate bin. Ji bo hafizaya civakê bê parastin kesên temenê wan mezin gerek li xwe miqatebin."
 
Hemdiya Kûtê ya bi temenê xwe 60 salî ye û ji navçeya Til Temirê ye bal kişand ser girîngî û taybetmendiya parastina hafizaya civakî ya kesên temenê wan mezin û wiha got:"Kesên temenmezin dîrok in, wan biparêzin."
 
'Hebûna wan civakê bi wate dike'
 
Hemdiya wiha dest bi gotina xwe kir: "Civak bi kesên ku temenê wan mezin be, bi wate dibe, ji ber ku ew kesên temenmezin wekî dapîr û bapîran exlaqê civakê, hebûn û rûmeta wan di nava xwe de dihewîne. Taybet dizanin ku bi zarok, ciwan û mezinan re danûstandineke rast û dirust bikin."
 
'Dapîr û bapîr temsîla dîroka şaristaniyê dikin'
 
Hemdiya da xuyakirin ku Vîrusa Koronayê ne nexweşiyeke ji rêzê ye û wiha dom kir: "Dewletên ku dibêjin em cîhanê bi rê ve dibin, wan Vîrusa Korona afirandine. Korona siyaset û şerekî pir mezin a li hember civakan e. Bi vê vîrûsê re dixwazin cîhanê tune bikin. Dixwazin kesên temenmezin jiyana xwe ji dest bidin da ku li wan nebe bargiranî. Lê belê dapîr û bapîr ew bi xwe temsîla dîroka gelan û şaristaniya wan dikin."
 
'Li hember ciwanan jî şerek heye'
 
Hemdiya bal kişand ser şerê ku li hember kesên temenmezin û ciwanan tê kirin kir û wiha pê de çû:"Ji ber teknolojiya ku dewletan pêş xistiye, bandora xwe li ser mejiyê ciwanên ku dînamîkên civakan e, kiriye. Yek înternet û yê din jî malperên tevna civakî û madeyên hişbir û sîxurtiyê hêza ciwanan di vî temenî de têk dibe û wan tenê ji bo xwe bi kar tîne. Di navbera ciwan û civakê de sînorek dane çêkirin, ku nikaribin hevdû temam bikin. Dewlet dixwazin civakên bê exlaq û bê çand, di rêya xirabkirina ciwanan de ava bikin."
 
'Kesên temenmezin dîrok in, wan biparêzin' 
 
Hemdiya di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku divê kesên temenmezin werin parastin û wiha got: "Dayik û taybet yên ku bûn şahidê şer û bûyeran di nava xwe de dîrokê dihewînin, girîng e ku mirov wan biparêze. Ji ber ku îro eger em wan neparêzin, wê civakeke nezan û netêghiştî pêş bikeve. Yên ku îro civakê bi rê ve bibe û wê li dîroka wê vegerîne dapîr û bapîr in. Dapîr û bapîr lêvegera dîroka gelan û çanda civakan e. Mîrasê kevin îro em roj bi roj bi rê û rêbazên cuda dispêrin ciwanên xwe yê dema îro."
 
'Pêwîst e kesên temenmezin bêtir xwe diparêzin'
 
Hemdiya anî ziman ku korona jî komploya li dijî gelan e û wiha dirêjî da gotina xwe: "Îro li tevahî welatan her kes ne dewlemend e û nikare li nexweşxaneyên mezin xwe derman bike. Kesên xizan di aliyê mejî, fikir û dewlemendiya ku di hundirê xwe de veşartiye heman tişt e, lê ew zêdetir bi nexweşiya korona re rû bi rû dimîne, ji ber tendirustiya wê/î wan pir lawaz e. Ji bo wê pêwîst e ku ew bêtir xwe diparêzin."
 
'Bê rûpoş û lepik tev negerin'
 
Hemdiya wiha dawî li gotina xwe anî: "Eger serlêdanek, an jî konekî sersaxiyê çêbû pêwîste ku dayik û her kes bê rûpoş û lepik tevnegere, da ku em bikaribin xwe,civak û siberoja xwe diparêzin. Pêwîste civak li kesên temen mezin miqatebin û wan biparêzin."