ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN

  • 09:00 15 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Hemdiya Kûtê ya bi temenê xwe 60 salî ye da zanîn ku kesên temenê wan mezin hafizaya civakê ne, divê li dijî Vîrusa Koronayê xwe bêtir biparêzin û wiha got:"Kesên temenê wan mezin bîr û baweriya civakê ye divê li xwe miqate bin. Ji bo hafizaya civakê bê parastin kesên temenê wan mezin gerek li xwe miqatebin." DÎMEN HEYE
 
*Bertek û nerazîbûnên li hemberî peymana di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê didomin. Jinên Êzidî, da zanîn ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî DAÎŞ'ê parastina Şengalê nehat kirin gelo dê niha parastinê bikin û gotin: "Peymana ku hatî kirin biryara fermanekê nû ye û bi tu awayî nayê qebûl kirin. Jin û dayik dê li dijî fermanê parastina xwe bikin."  BI DÎMEN 
 
*Jinên ku cihê xwe di nava PYD'ê ya herêma Efrînê de digirin li ser pergala serdest a xwe li ser kapîtalîzmê xurt dike û li dijî vê yekê têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha gotin:"Pergela serdest xwe li ser modernîteya kapîtalîst dide xurtkirin. Li dijî van  pergalan Rêber Apo kete nava lêgerînê û bi ramanên xwe bû çareseriya gelek pirsgirêkan."  BI DÎMEN 
 
*Sema Barut ku ji ber debara malê nedihat kirin hevjînê wê ji bo ku dikanê bixebitînê piştgirî dayê wiha got: “Hevjînê min ku di serî de ji bo debara malê piştgirî da min. niha ji ber ku karê malê tê parvekirin poşman e. Lê ez bang li jinan dikim ku xwe bi karê malê bi sînor nekin.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şirnexê, diyar kirin ku şewata ku li herêmê pêk hatî texrîbatekî mezin da xwezayê û gotin: "Dixwazin bi şewatê herêmê bê mirov û bê zindî bihêlin. Lê divê bê zanîn ku em tu carî dev jî axa xwe bernadin." BI DÎMEN 
 
*Aktîvîstên TJA’yê yên Êlihê diyar kirin ku li dijî bêdengkirina civakê rol û mîsyona kampanyaya "Em xwe diparêzin" bêtir girîng dibe û gotin: "Li gel êrişên fizîkî û derûnî, êrîşê xweza, ziman, çand û dîrokê jî tê kirin. Li dijî êrişan helwest û sekna jinan girîng e." BI DÎMEN 
 
*Pandemî û qeyrana aborî bandora xwe li bajarê dîrokî ê ku yek ji navendên turîzmê ye kir. Esnafên bi navê Bêrîtan Tanişman û Mizgîn Sirnaç derbarê qeyranê de axivîn û gotin: “Êdî Mêrdîn weke berê çalek nîne û ev ji dibe sedem ku qezenca me kêm bibe. Ango gelek esnaf ji ber van sedeman mecbûr dimînin ku dikanên xwe bigirin.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim têkildarî destpêkirina serdema nû ya sala 2020-2021'an a Zanîngeha Kobanê û girtina tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê wiha got: "Me li hember Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst girtine, loma me û xwendekaran bi coşeke mezin dest bi sala nû ya zanîngehê kir."
 
*Endam û Rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê derbarê pêşketina qada huner û dewlendiya ku hebûna jinê di hunerê de bi xwe re tîne wiha gotin: "Şano yek ji qadên hunerê ye ku êş û zehmetiyên civakê li ser dikê pêşkêş dike, lê ya ku şanoyê dewlend dike zimanê jinê ye." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Stenbolê dijîn derbarê Peymana Stenbolê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Divê teqes Peymana Stenbolê bê pratîzekirin. Ji ber ku her roja ku derbas dibe şîdeta di nava malê ya li hemberî jinê zêde dibe. Em jin tê bi têkoşînekê hevpar xwedî li peymanê derkevin." BI DÎMEN 
 
*Endama Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Mala Jiyanê Sevînç Îzol derbarê tundî, destdirêjî û tecawiza li Rihayê zêde dibe de got, "Li her derê modernîteya kapîtalîst tê pêşxistin, li Rihayê jî feodalîzm tê parstin û bi polîtîkayên cuda tê pêşxistin." BI DÎMEN
plansaziya sibe
 
*Li Qamişloyê ew ê merasîma xelatkirina nivîskarên pêşerojê bê çêkirin. (15.00)
 
*PYD ew ê li Serêkaniyê têkoşer Zîlan bi bîr bîne (14.00)