Li Qamişloyê bi çalakiyek hunerî êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

  • 08:45 15 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Pêngava, Rêxistina Jinan bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" dabû destpêkirin dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de, bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn çalakiya hunerî hat lidarxistin.
 
Rêxistina Jinan di 8'ê Cotmehê de pêngava bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" dabûn destpêkirin û bi çalakiyên cur bi cur pêngav berdewam dike. Duh jî bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn ya bajarê Qamişloyê li Parka Avesta ya bajarê Qamişloyê çalakiyek hunerî hat lidarxistin û êrîş û sûcên dewleta tirk hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tabloyên wêneyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pakrewanên azadiyê hatibûn hildan. 
 
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê koma Serêkaniyê ya mûzîkê, Koma Stêra Zêrîn, Koma Til Koçer a mûzîkê ya Rojbîn Ereb û Koma Elenya a mûzîkê stranên xwe pêşkêş kirin. 
 
Herî dawî koma Teyatra Sariya Baran şanoya bi navê "Em hene" ya têkildarî tundiya ku li ser jinê tê meşandin, pêşkêş kirin.
 
Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû