Dayikên Aştiyê yên ev 9 roj in di bin çavan de ne derxistin edliyeyê

  • 16:15 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
RIHA - Dayikên Aştiyê yên ku ev 9 roj in li Rihayê di bin çavan de ne derxistin edliyeyê. 
 
Di 6'ê Cotmehê de li Rihayê polîsan bi ser malan de girtibûn û 4 jê Dayikên Aştiyê 11 kes kiribûn bin çavan. Piştî karên li emniyetê 11 kesên hatibûn binçavkirin anîn edliyeyê. Kesên hatin binçavkirin ji wan pirsên mîna çûyina şînê, serdanên malbatan, qeydên fîzîkî û teknîkî, xwestekên telefonê hatin pirskirin. 11 kesên anîn edliyeyê bi çepikan hatin pêşwazîkirin. 
 
Kesên anîn edliyeyê navên wan wiha ne: Dayikên Aştiyê Hadle Ogur (49), Fatma Akbaş (56), Adalet Çay (60) û Meyaser Kokmaz (49), Endamê Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Sûrê Îsmaîl Kaplan, Cebraîl Ogur, Deniz Agaçgoz, Celal Altun, Kader Delikan, Aynur Delikan ve Mehmet Tekin.