TJA li Mîdyadê çû serdana kedkarên tekstîlê

  • 14:44 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li navçeya Mîdyadê çûn serdana kedkarên tekstîlê. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de navçe bi navçe bi jinan re tên gel hev. Îro ji çalakvanên TJA'yê, hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdinê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîgen Altindag, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr û ya navçeya Mîdyadê çûn serdana kedkarên tekstîlê. 
 
Li vir bi kedkaran re xwarin hat xwerin û piştre jî sohbet hatin kirin. Di serdanê de kedkar pirsgirêkên xwe anîn ziman. 
 
Di serdanê de hevşaredar Fîgen axivî û bal kişand ser kampanyayê. Fîgen, wiha axivî: "Bi hêviya rojên azad û pêşerojên ku keda me ji nedîtî ve neyê dîtin, rojên bê bişaftin, bi hêviya pêşerojên ku em rastî erîşên zayendperest û nîjadperest neyên. Em ê mil bidin hev û pêşeroja xwe avabikin. Em ê bi kampanyaya  xwe her tim biparêz in."