Li Şehbayê siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef hat bibîranîn

  • 14:21 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Partiya Sûriyê Pêşerojê ya Herêma Efrîn û Şehbayê yekemîn salvegera Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku ji aliyê komên girêdayi dewleta tirk ve hat qetilkirin, bi bî anî.
 
Bi dirûşma "Em ê dagirkeriyê têk bibin, tekoşîna me ji bo aşîtiyê ye" Partiya Sûriyê Pêşerojê ya Herêma Efrîn û Şehbayê yekemîn salvegera Sekertera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku ji aliyê çeteyên girêdayi dewleta tirk ve bi kemîneke pilankirî hat qetilkirin, bi bîr xistin. Merasîma bîranînê li hola Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a li Şehbayê bi beşdariya endamên Partiyên Siyasî, Rêvebriya Xweser û endamên sazî û dezgehên civakî hatin çêkirin. Hola bîranînê bi wêneyên Hevrîn Xelef û alên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hatin kirin. 
 
Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê Meclîsa Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Reşîd ve hat kirin û wiha got: "Di şexsê Hevrînê de em tevahî jinên têkoşer yên ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin bi bîr tînin. Dewletên desthilatdar rojane kiryarên xwe ser mirovên herêmên me didin meşandin. Hevrînê di kesayeta xwe de jineke xwedî nêrînên demokratîk bû û ji bo tevahî gelê Sûriyeyê xebat dida meşandin. Soza me domandina xebatên wê ye." 
 
Li ser navê Rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan a Kantona Efrînê, Xedîce Îbo axivî û ev tişt got: "Hevrîn Xelef wê tu carî ji bîra me dernekeve. Hevrîn siyasetmedareke berxwedêr û têkoşêr bû. Bi êş û zehmetiyên jinan hîs dikir û alîkariya wan dikir. Em ê xewn û xeyalên wê pêk bînin."
 
Paşê sîneviziyonek li ser xebata Hevrîn Xelef ên di Partiya Sûriya Pêşerojê de hat pêşkêşkirin. 
 
Piştre Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriye Pêşerojê  Elî Selamê û Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Bêrîvan Cinêd bi rêya helbestên xwe Hevrînê bi bîr anîn.  Her wiha Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê stran ser Hevrîn Xelef gotin.
 
Bîranîn bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.