Ev 20 roj in malbat li hêviya girtina cenazeyên xwe ne

  • 13:19 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Tevî ku malbatan mînaka DNA'yê dane jî ev 20 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê 8 cenaze tên sekinandin. 
 
Li Şirnexê, cenazeyên 8 HPG’iyan ku di pevçûnên li çiyayên Gebar û Cûdî de jiyana xwe ji dest dane, 20 roj in li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên rawestandin û radestî malbatên wan nayên kirin. Cenazeyan bi hinceta ku encamên testên DNA’yên wan eşkera nebûne nadin malbatan. 
 
Ji bo girtina mînakên DNA’yê di destpêkê de li emniyetê gotinên malbata tê girtin. Heta niha ji malbata Şîlan Polat ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ye 2 caran gotin girtine. Daxwaza malbatê ya dîtina cenaze jî bi gotinê tê redkirin: “Hûn cenaze teşhis bikin jî em ê nedin we.”
 
Sekna malbatan a girtina cezaneyên xwe didome.