Pakrewanên ragihandinê li Qamişloyê hatin bibîranîn

  • 09:20 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Pakrewanên ragihandinê yên ku di berxwedana rûmetê de jiyana xwe ji dest dabûn di yekemîn salvegera xwe de hatin bîranîn.
 
Di 9'ê cotmeha 2019'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û di encamê de bajarê Girê Spî û Serêkanî kirin bin kontrola xwe. 4 rojnamevan Dilovan Gever, Mihemed Reşo, Seead Ehmed û Welat Erdemcî di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dabûn. Bi boneya salvegera wan de li Goristana Delîl Saroxan ya bajarê Qamişloyê hatin bibîranîn. Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. 
 
'Dewleta tirk dixwaze rastiyan ji holê rake'
 
Li ser navê ajansa ANHA'yê Ekrem Berekat pakrewanên berxwedana rûmetê bi bîr anî û wiha got: "Em çiqasî bêjin em nikarin şehîdan pênase bikin. Hevalên me yên rojnamevan ên ku wehşeta dewleta tirk ji raya giştî re eşkere dikirin hatin armanckirin. Dijmin naxwaze heqîqeta ku heyî weke xwe were eşkerekirin, ji bo wê di şer de erîşî rojnamevanan dike. Em tucaran gav ji paş ve navêjin û em ê her pê heqîqetê bimeşin."
 
'Em ê li ser şopa hevalên xwe bimeşin'
 
Li ser nave Yekîtiya Ragihandina Azad, Sîpan Can pakrewanên azadiyê bi bîr anî û axaftinê xwe wiha bi lêv kir: "Îro em şehîdên xwe bi bîr tînin û em ê şehîdên xwe her dem bidin jiyîn. Berxwedana rûmetê hemû êş û azaran di nava xwe de hembêz dike, mirov çiqas qala wê demê bike jî têrê nake. Rojnamevan di şerên wiha de rolên girîng dileyîzin, ji ber rastiya ku heyî ji raya giştî re parve dike. Hevalên me jî dema rastî ji raya giştî re parve dikirin ji aliyê dijmin ve hatin hedefgirtin. Ruxmê wê jî heqîqeta ku hat jiyîn ji tevahî cîhanê re eşkere kirin. Em ked û berxwedana hevalên xwe pîroz dikin û em ê her li ser şopa wan bimeşin."
 
'Em ê têbikoşin û layiqê şehîdan derkevin'
 
Li ser navê malbata pakrewan Mihemed Reşo, birayê wî Mistefa Reşo di şexsê birayê xwe de hemû pakrewanên ragihandinê bi bîr anî û wiha domand: "Em di şexsê Mihemed de hemû şehîdên ragihandina azad û berxwedana rûmetê bi bîr tînin û em ê her di rêya wan de bimeşin. Berxwedana rûmetê pir bi êş e, bi rojane mirov dihatin qetilkirin û gelek mirovên me ji bajarê xwe koçber bûn. Em ê li hember van kiryaran herdem li ser piyan bin, em tucaran dev ji têkoşîna xwe bernadin. Birayê min herî dawî axaftinek kir min jê re got 'tu yê biçe ku derê?' wî jî got 'Em ketine nava karêkî  û me gelek bedelên giranbuha me dane, pêwist e em bi têkoşîna xwe li ser xeta şehîdan bimeşin û heqîqetê derxînin pêş. Ji bo wê em ê her  têkoşîn bikin û layiqê birayê xwe derkevin.'"
 
'Em ê herdem li pey şopa heqîqetê bin'
 
Li ser navê Ragihandina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rûken Cemal jî wiha got: "Dema dewleta tirk êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kir, me kêlî bi kêlî berxwedana rûmetê dişopand. Şehîd Dilovan berê xwe da bajarê Girê Spî, min jî berê xwe da Serêkaniyê, her gav me agahî ji hev digirt. Dilovan her digot 'Ev ax axa me ye em ê ji dagirkeran re nehêlin û em ê li ser axa xwe dîrokê binivîsînin'. Em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên berxwadana rûmetê bi bîr tînin. Her 4 hevalên me dema ku kêliyên berxwedana rûmetê dişopandin jiyana xwe ji dest dan û bûn dengê heqîqetê. Em ê herdem li pey şopa heqîqetê bin."
 
Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.