Li Rimêlanê li ser navê Yadê Eqîda akademî hat vekirin

  • 09:19 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi munasebeta yekemîn salvegera bîranîna Yadê Eqîda ya ku li Serêkaniyê ji aliyê dewleta tirk ve hat hedefgirtin, merasîma bîranînê hat çêkirin û Akademiya Edaleta Jinê bi navê wê hat vekirin.
 
Bi êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, di 13’ê Cotmehê de ji bo piştgiriya gel û şervanên li Serêkaniyê bi navê Karwana Sivîlan gelek kesî berê xwe dan cihê êriş lê tê kirin. Di encama êrîşên dewleta tirk de Endama Kongreya Star û di heman demê de Endama Meclîsa Edaleta Jinê Eqîda Osman jiyana xwe ji dest da. Bi boneya yekemîn salvegera bîranîna Yadê Eqîda merasîmê bîranîna wê ji aliyê Meclîsa Edaleta Jinê ve hat çêkirin, her wiha Akademiya Meclîsa Edaleta Jinê jî bi navê wê hat vekirin. Merasîma bîranînê li Akademiya bajarokê Rimêlanê ya bi ser navçeya Girkêlegê ve li Kantona Qamişloyê hat çêkirin. Bîranîn bi beşdariya bi dehan ji Endamên Meclîsa Edaleta Jinê, Kongreya Star, sazî û dezgehên civakî yên Kantona Qamişloyê hat çêkirin. Cihê bîranînê bi wêneyên Yadê Eqîda û alên Kongreya Star hatibûn xemilandin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê Meclîsa Edaleta Jinê, ji Rêveberiya Komîteya Lihevkirinê ya Kantona Qamişloyê Sûmeyia Bedro wiha got: “Dayika Eqîda ji destpêka şoreşê de ji wan jinên pêşeng bûn ,yên ku ev şoreş bi rê ve dibirin. Dayika Eqîda ji me re da xuyakirin ku rihê têkoşînê her di jinan de zindî ye. Dayê Eqîda di kar û xebatên xwe de xwedî sekin bû, ji bo mafê jinan her jineke xwedî nêrîneke adil bû û gelek pirsgirêkên jinan di navçeyê de çareser dikirin.”
 
‘Pêwist e doza dayikên şoreşê bê domandin’
 
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûaad Mistefa wiha got: ”Êrîşa ku li ser Karwana Sivîlan hat kirin, armanc jê ew bû ku vîna me ya ji bo azadiyê bişkînin. Şehadeta rêhevala min Eqîda pir bi êş bû, ji ber di van êrîşan de min rêhevala xwe Eqîda jî winda kir û Hevrîna xwe jî winda kir. Dayikên ku zarokên xwe ser fikrê şoreşê û azadiyê mezin kirine pêwist e her doza wê bê domandin û navê wê mîna Yadê Eqîda di nava şoreşê de derbas bibe.”  
 
‘Yadê Eqîda mîrateya şoreşa jinê bû’
 
Li ser navê Kongreya Star Endama Koodînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed Yadê Eqîda bi bîr xist û wiha got: “Yadê Eqîda sembola têkoşîn û jina berxwedêr bû. Bi şehadeta wê re mîrateyeke têr û tijî ya şoreşê li pey xwe hişt. Rengê wê li her deverê dihat dîtin û nîşana wê ya serkeftinê heya koça wê ya dawiyê jî bilind bû. Dikarîbû rihekî xwe ji bîranîna xwe di dilê her kesî de bihêlê. Pêwist e ji bo domandina xebata wê em hemû jin xwe bi rêxistin bikin.”
 
Kurê Yadê Eqîda, Akif Mistefa wiha got: “Dayika me li ser fikir û felsefeya azad me mezin kiriye û em ê xebatên wê bişopînin heta ku em di welatekî azad de bijîn û edaleta ku dayika min dixwest çê bibe, mayinde bibe.”
 
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser kar û xebatên Yadê Eqîda û jiyana wê hat pêşkêşkirin. Piştre akedemiya yekemîn ya Meclîsa Edaleta Jinê li ser navê Yadê Eqîda hat vekririn. 
 
Merasîma bîranînê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.