'Dewleta tirk di her fersendê de êrîşî kurdan dike'

  • 09:09 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Ji Rêveberiya Meclîsa Edaleta Jinê ya Kantona Qamişloyê Henîfe Mihemed êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got:"Projeya Rêber Apo, ji bo guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn çareseriya bingehîn e. Ji ber ev proje ne li gor berjewendiyên dewletên desthilatdar e. Dewletên desthilatdar her dem êrîş dikin û dixwazin vê projeyê ji holê rabikin."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di her firsendê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di 2011'an de li Sûriyeyê aloziyek tê jiyîn û serkeşiya vê aloziyê jî dewleta tirk e. Bi navên cur bi cur herdem êrîşî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kir û di sala 2018'an rûyê xwe eşkere kir û êrîşî Efrînê kir. Di heman demê de di bin navê herêmên ewle de di 9'ê cotmeha 2019'an de êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir. Girêdayî êrîşên dewleta tirk ji Rêveberiya Meclîsa Edaleta Jin a Kantona Qamişloyê Henîfe Mihemed nirxandin kir.
 
'Serhildana gelan tirsek di dilê desthilatdaran de ava kir'
 
Henîfe di destpêka gotina xwe de êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha gotina xwe lê zêde kir: "Roja ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serhildana gelan pêk hat, di dilê dijiminan de tirsek hat jiyîn û bi taybet di dilê dewleta tirk de. Em ji dîrokê bigirin heta roja îro dewleta tirk herdem êrîşî kurdan kir û nexwest ku statuyek kurdan di cîhanê de hebe. Loma di hemû waran de êrîşî kurdan dike û kurdan bi destên kurdan jî dide qetilkirin. Di van demên dawî de êrîşên dewleta tirk ên li ser medyaya civakî zêdetir bûye û bi her awayî gefên xwe nîşan dide. Dewleta tirk di êrîşê Serêkaniyê de jî rûyê xwe eşkere kir û çekên qedexekirî yên weke fosfora spî şuxiland, ruxmê vê yekê jî hemû cîhan bêdeng, kor û lal man. Ev yek jî dide diyarkirin ku dewletên ku bêdeng mane hevkarên dewleta tirk a dagirker in."
 
'Dewleta tirk aloziya Sûriyeyê kurtir dike'
 
Henife di dewama gotina xwe de balkişand ser aloziya ku cîhan têde derbas dibe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Niha hemû cîhan di nava aloziyekê kûr de ye. Her sed salê li cîhanê aloziyek çêdibe. Dewletên ku tên hilbijartin bi zanebûn tên hilbijartin da ku aloziya ku heyî kûrtir bikin û îrade û hebûna gelan têk bibe. Niha dewleta tirk ji bo aloziya li Rojhilata Navîn kûr bibe di hemû waran de êrîş dike û qerta kesk di destê dewleta tirk de ye. Dewleta tirk bixwaze êrîşî ku derê bike dikare bike, ji ber hêzên hegemonîk ew mîsyon dane wan. Roja ku çeteyên DAIŞ'ê derketine, hevkarên wan ên yekem dewleta tirk bû. Herkesî di medyaya civakê de dît ku dewleta tirk çawa alîkariya çeteyên DAIŞ'ê dikir û heta roja îro jî cihên ku hatine dagirkirin, dewleta tirk malbatên çeteyên DAIŞ'ê li wan herêman bi cih kiriye. Dewleta tirk aloziya Sûriyeyê her ku diçe girantir dike."
 
'Bi projeya Netewa Demokratîk hêz û hebûna gelan derdikeve holê'
 
Henîfe hedefgirtina projeya netewa demokratîk a ji aliyê desthilatdaran ve wiha anî ziman: "Projeya Rêber Apo, ji bo guhertin û veguhertina Rojhilata Navîn çareseriya bingehîn e.  Em îro jî dibînin projeya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meriyetê de ye û hemû netew bi hev re dijîn û ser modela netewa demokratîk xwe bi rêxistin dikin. Bi vê projeyê hêz û hebûna gelan derdikeve pêş û gel xwe bi xwe civaka xwe bi rêve dibe. Ji ber ev proje ne li gor berjewendiyên dewletên desthilatdar e herdem êrîş dikin û dixwazin vê projeyê ji holê rabikin. Di sala 1998'an de bi komployek navneteweyî Rêber Apo hat dîlgirtin. Her wiha niha Rêber Apo di bin tecrîdek girankirî de ye. Çi dibe bila bibe, em ê her dem fikir û felsefeya Rêber Apo di nava xwe de belav bikin û projeya ku ji bo gelan pêşkêş kiriye em ê mezintir bikin."
 
'Jin bi şoreşê re bûn sembola berxwedan û têkoşînê'
 
Henife hebûn û îradeya ku jinê bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derxistiye holê nirxand û wiha domand: "Jinê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hebûn û îradeya xwe derxist holê. Bi pêşengtiya jinê îro hemû karê me bi rê ve diçe, jin rola xwe di qada siyasî, civakî, çandî û ragihandinê de dileyîze. Hêza jinê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re li bajarên Bakur û Rojhilatêa Sûriyeyê bû sembola berxwedanê. Loma Rêber Apo Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wekî şoreşa jinê pênase dike. Ji bo wê yekê dewleta tirk di hemû êrîşên xwe de yekem jinan hedef digire, ji ber hêza ku jinê li Rojavayê Kurdistanê ava kiriye, ditirse. Herî dawî jî bi hedefgirtina Hevrîn Xelef û Zehra Berkel diyar kirin ku ew ji hêz, hebûn û siyaseta jinê bi tirs in û naxwazin jin bibin hêza bingehîn a civakê."
 
'Em ê bi hêza jinan yekîtiya xwe ava bikin'
 
Henife herî dawî diyar kir ku ew ê li hember her cure êrîşan têkoşîn bikin û wiha bi dawî kir: "Heta roja îro jî êrîşek bêhempa li dijî jinan tê meşandin, em ê jî li hember hemû êrîşan hebûna xwe biparêzin û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Rêxistina Kongreya Star bi pêşengtiya jinê hate avakirin û kar û xebat hemû bi hêza jinê tê bi rêxistin kirin. Ji bo wê destkeftiyên ku me bi dest xistiye em ê herdem biparêzin. Em ê weke jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bi ereb, tirkmen, çerkez, ermen, aşur û kurdên xwe em ê yekîtiya xwe ava bikin û ji bo azadiya xwe û hemû gelan di nava xebatê de bin. Em ê ji bo aştî û azadiyê herdem li ser piyan bin, hêz û îradeya ku me girtiye em  ê mezintir bikin."