Jinên Şirnexî: Biçin li ber deriyê edliyeyê edaletê bixwazin

  • 09:05 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Jinên Şirnexî, diyar kirin ku îqtîdara AKP'ê piştî li Amedê niha jî berê xwe da Şirnexê û bi destê dayikan dixwaze berxwedana gel têk bibe û got: "Divê jin û dayik li hemberî polîtîkayên wisa hişyar bin û neyên lîstîkan. Li şûna ku li ber deriyê HDP'ê rûdinên bila biçin li ber deriyê edliyê rûnên û edaletê daxwaz bikin." 
 
Polîtîkayên şerê taybet her tim bi rêbazên cuda li herême tim zindî bû. Li gorî her bajarê kurdan polîtîkayek tê meşandin. Bi taybetê jî li Şirnexê her cureyên şer tê meşandin. Di salên 90'î li Şirnexê hêzên tarî zêde bûn û di hêla derûnî û fîzîkî şerek dimeşandin. Welatî li hemberî êrîşan berxwedanê li pêş xistibûn. Îqtîdara AKP'ê wekî Amedê niha jî dixwaze li Şirnexê jî çalakiya rûniştina dayikan a li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêş bixe. Jinên li Şirnexê bertek nîşanî çalakiyê dan û gotin tu carî berxwedana li herêmê hezm nekirin û serî li wan rêyan didin. 
 
'Cizîr keleha berxwedanê ye'
 
Wetha Kolanç, destnîşan kir ku îqtîdara AKP’ê hewl dide malbatên herêmê bixapîne û dirêjî da axaftina xwe: "AKP bi hêstên jinan dilîze. Botan bajarekî berxwedan û serhildanê ye. Gelê me yê Botanê bi salane li dijî zilmê û êrîşan li ber xwe dide. Cizîra Botan keleha berxwedanê ye. Dewlet îro wan jinan dike dijminê kurdan û HDP’ê. Dewlet naxwaze ku kurd serî rake û azad bijî. Ji ber wê jî wan tiştan dike. Dewletê nekarî kurdan rawestîne û niha jî bi wan rêbazan êrîşê gel dike. Em wek dayik bi berxwedan û sekna xwe li hember vê zilmê têbikoşîn. Divê em neyartiyê qebûl nekin."
 
‘Bila biçin li ber deriyê edliyê edaletê bixwazin’
 
Necat Kuçuk di dema qedexeyên li Cizîrê de du zarokên xwe winda kir, Necat derbarê mijarê de wiha axivî: "Dewlet bi gelek cureyên cuda jin û zarokan dixapînin. Niha li ber deriyê avahiya HDP'ê çalakiyek hatiye destpêkirin. Ez pir matmayî mam ev jin çawa tên li ber avahiya partiyê rûdinên. Divê ev jin biçin li ber deriyê edliyeyê û li vir edaletê daxwaz bikin. Tiştê ku tê kirin nayê qebûl kirin û em şermezar dikin. Kesên ku diçin li ber deriyê HDP'ê dirûşmeyan berz dikin bi xwe kurd in. Hîn malbat jî malbatên şehîdan e û çawa tiştek wisa dikin. Bila ji bo xwîn û xatirê zarokên xwe dev jî vê şaşitiyê vegerin. Dewlet bi taybetî polîtîkayek wisa li hemberî kurdan dimeşîne. Dixwazin kurdan bikin dijminê hevdû."
 
'Kesên ku dibe hevalbendê dewletê îxanetê axê dike'
 
Necat, diyar kir ku li Amedê jî dayik li ber avahiya HDP'ê ji salek zêdetir e rûniştî ne û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Dayik ev salek zêdetire li ber avahiya HDP’ê ya Amedê kon vedane. Wê demê polîsan ji me re jî gotin 'Zarokên we windane werin we jî bibin Amedê'. Lê me vê tiştî qebûl nekir. Heta dilopek xwîna me jî hebe em li şopa zarokên xwe venagerin. Ger îro zarokên me çûne tevlî PKK’ê bûne jî sedema wê AKP’ye. Ji ber ku îqtîdar zarokên me kuştin, şewitandin. Niha jî li ser zarokên me zilm û zordarî heye. Zarokên me ji ber wan sedeman çûn. Kesekî nikare kesî bi zorê bibe. Du zarokên min di jêrzemînan de hatin kuştin. Kesê ku îro dibe hevalbendê dewletê îxanetê li vê axê dike. Heta ku em saxbin em ê li pey zarok, serok û şehîdên xwe bin. Tu êrîş û zilm nikare me bide sekinandin. Em li pey doza wan bin. Dewlet bi taybetî Botanê hedef girtiye. Ji ber ku ji salên 90’î vir de heta îro Gelê Kurd tim li hember zilm, kuştin û zextan berxwe da û tu carî serî netewand. Dewlet tu carî negihişt armanca xwe. Ji ber wê jî îro vê polîtîqayê qirêj dide meşandin.”
 
‘Neyên lîstokên dewletê' 
 
Sabîha Altûrk, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet en li herêmê tê meşandin û got: "AKP li herêma Botanê şerê taybet dimeşîne. Bi taybet3i jî lîstokên qirêj li hemberî jinan tê meşandin. Bi aweyek cuda jinên ciwan dixapînin û dikin qurbanên polîtîkayên xwe. Ez bang li her kesî dikim ku neyên lîstokên dewletê. Bila ji şaşiya heyî vegerin û nekevin kêmasiyan. Ji ber ku Gelê Kurd heta îro serî netewan ev tişt ji bo wan bû kûl."