'Tîma Zenobiya guhertinên berbiçav bi xwe re anî'

  • 09:03 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên ciwan ên Tîma Zenobiya ya Futbolê ya li Kantona Şehbayê derbarê girîngiya cihgirtina jinê ya di qada werzîşê de wiha gotin: ”Bi avakirina Tîma Zenobiya, jinên ciwan li Kantona Şehbayê  bandoreke erênî li ser jinan kir û gelek jin kişande nava xwe. Bi avakirina tîma xwe re me kevneperestiya hişmendiya civakê derbas kir."
 
Qada werzîşê yek ji qadên ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêş ketiye û ciwan beşdar dibê ye. Îro jî bi sedan jinî cihê xwe di vê qadê de girtine. Li dijî  kevneperestiya civakê ya  ku hertim jin ji qadên jiyanê bê par hiştiye, jinên ciwan tîmên xwe yên futbolê ava kirin.  Tîma Zenobiya yek ji tîmên futbola jinên ciwan e, ev tîm ji 12 jinên lîstikvan pêk tê û tê de jin jî bi kêfxweşiyeke mezin cihê xwe di qada werzîşê de digire. Têkildarî girîngiya cihgirtina jinê ya di qada wezîşê de jinên ciwan ji me re nêrîna xwe anîn ser ziman.
 
'Tîma Zenobiya gelek jinên ciwan ên ereb kişand nava xwe'
 
Ji Rêveberiya Tîma Zenobiya Dinya Bekir da zanîn ku avakirina tîma xweser a jinên Şehbayê bandoreke erênî bi xwe re anî û wiha got: "Ji ber ku civaka ereb herî zêde cihgirtina jinan a di qadên werzîşê de weke şermekê dibînin, avakirina tîma Zenobiya ya jinê bandoreke erênî bi xwe re anî û gelek jinên ereb kişand nava qada werzîşê. Hertim zîhniyeta mêrê paşverû li hember pêşketina jinan bûye asteng. Jinên ciwan bi naskirina rola xwe ya di nava civakê de sînorên wê zîhniyetan şikandin. Di nava gelek civakan de qada werzîşê tenê ji bo komkirina pereyan bi pêş dikeve. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku bû pirek ji pêşketina gelek qadan re, qada wezîşê jî yek ji wan qadên ku di nava civakê de rola xwe ya rast lîst. Bi taybet  ji bo domandina asta pêşketina jinên ciwan, rihê xwepêşxistinê bi jinên ciwan re derket pêş. Hol û tîmên xweser ên  jinên ciwan  di futbolê  de hate avakirin.  Avakirina tîmên jinan pir girîng bû. Ji bo xurtkirina lîstikvanên jin her tim perwerde ji wan re tên dayin. "
 
'Tîma Zenobiya guhertinên berbiçav bi xwe re anî'
 
Lîstikvana Tîma Zenobiya Xezal Elo destnîşan kir ku bi avakirina tîma Zenobiya re gelek guhertin di hişmendiya wan de hatin çêkirin û wiha pê de çû: "Beriya avakirina tîma jinên ciwan ên Kantona Şehbayê, me pir hez dikir ku em bilîzin. Lê me nikarîbû rola xwe baş bilîzin, ji ber tu tecrubeyên me nebûn. Em pir kêfxweş in  ku tîmeke taybet ji bo jinên ciwan ên Şehbayê hate avakirin. Tîma Zenobiya gelek guhertin di hişmendiya me de da ava kir, em êdî bi rihekî zindî weke jin dilîzin." 
 
'Me rê li pêşiya gelek jinan vekir'
 
Lîstikvana bi navê  Eyşe Derwîş jî bal kişand ser girîngiya qada werzîşê û wiha domand: "Bi avakirina tîma fotbolê ya jinên ciwan, min cihê xwe di tîmê de girt. Tîma Zenobiya şansek bû ku em gavên xwe di astên bilind de biavêjin. Her wiha bi gavavêtina me, me rê li pêşiya gelek jinan vekir ku cihê xwe di nava qada werzîşê de bigirin. Ez bi hêvî me ku her jineke ciwan rola xwe di qada werzîşê de bilîze. Bi avakirina tîma xwe re me kevneperestiya hişmendiya civakê derbas kir ."