Rewşembîrên Helebê şevbuhêrka helbestan li dar xistin

  • 08:49 14 Cotmeh 2020
  • Rojane
HELEB - Navenda Rewşenbîran a bajarê Helebê ji bo piştgiriya helbestkaran şevbuhêrkek helbestî li dar xistin.
 
Navenda Rewşenbîran a bajarê Helebê ji bo piştgiriya helbestkaran şevbuhêrkek helbestî li jêrzemîna Yasîn a  taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê li dar xistin. Di şevbuhêrkê de 7 jinên helbestvan, 2 ciwan û zarokek bi helbestên xwe tevlî şevbuhêrka helbestê bûn. Her wiha bi dehan sazî û dezgehên sivîl di şevbuhêrkê de amade bûn.
 
'Me xwest em piştgiriyê bidin helbestkaran'
 
Şevbuhêrka helbestan bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Navenda Rewşenbîran Kamiran Bîlal wiha got: "Em weke rewşenbîrên Helebê me xwest ku bi vê çalakiyê piştgiriyê bidin helbestvanan. Divê kesên ku helbestan dinivîsînin her dem berdewam bikin û bikin malê dîrokê. Niha em di dîrokek zindî de dijîn divê em vê dîrokê bi rêya helbest, çîrok û romanan binivîsînin." 
 
'Helbest ji bo civakê girîng e'
 
Ji Rêveberiya Navenda Rewşenbîran Leyla Xalid jî wiha got: "Em îro şevbuhêrka helbestan li dar dixînin. Mirov ji niha ve çi hînî nifşên nû bike herdem di bîra wan de dimîne, ji bo wê çalakiyên bi vî rengî pir girîng in. Her wiha nifşên me yên nû gelek tişt dîtine ji bo wê her yek ji wan bi rêya helbest û nivîsandinê dikarin êş, berxwedan û têkoşîna civaka xwe derxînin holê. Kesên ku helbest û çîrok dinivîsînin em ê herdem piştigiriyê bidin wan. Helbest ji bo civakê girîng e."
 
Herî dawî helbestvanan helbestên ku nivîsandibûn xwendin.