Çalakiya rûniştinê ya ji bo Abdullah Ocalan di roja duyem de ye

  • 15:27 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li KE'yê dest pê kiribû di roja duyem de dewam dike. 
 
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê kiribû di roja duyem de berdewam dike, nûnerên saziyan diyar kirin ji bo ku polîtîkayên komkuj û komploger werin teşhîrkirin wê têkoşîn bidome.
 
Di roja duyem a çalakiyê de, ku çalakî wê mehekê bidome, siyasetmedarên Kurdistanî, Tirkiyeyî, nûnerên saziyên demokrat, çepgir û baweriyan bal kişandin ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan.
 
Hefteya pêşî ya çalakiya rûniştinê ku bi çarçoweya pêngava, ''Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema Azadiyê ye'' ku wê mehekê bidome, wê înê biqede û heftiya were wê komeke din çalakiyê bidomîne.
 
Her hefte komeke ji 30 kesî pêk tê  wê çalakiya rûniştê bike, hefteya dawî wê ciwan û enternasyonalîst çalakiya rûniştinê bikin û bibêjin, ''Ji Oalan re azadî''.
 
Komîsyona Karê Derve wê dosyayên ku hatin amadekirin bişîne ji nûnertiyên domdar ên welatên endamên KE'yê. Di van dosyayan de wê asta komploya navneteweyî, tecrîda li ser Abdullah Ocalan, êrişên dewleta tirk ên li Kurdistanê operasyonên siyasî, werin vegotin.
 
Têkildarî çalakiyê Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer got ji roja ku 9'ê Cotmeha 1998'an ku komploya navneteweyî dest pê kirî heta niha 22 sal derbas bûne, ji 15'ê Sibata 1999'an, dîlgirtinê û vir ve Kurd li Strasboûrgê ne, li dijî zextên giran û tecrîda li ser Ocalan gel meşiyaye, girêvên birçîbûnê kirine û bi çalakiyên cihê helwesta xwe nîşan daye. Tahîr li bajarekî wiha ku DMME (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê) û CPT (Komîteya Pêşîlêgir a Êşkenceyê) û gelek saziyên rayedar lê ne çalakiyê dikin, bal kişande helwesta li dijî bêdengmayina van saziyan.
 
Tahîr got dagirkeriya li ser Girê Spî û Serêkaniyê 9'ê Cotmehê ji hêla dewleta tirk ve hatiye destpêkirin û bal kişande ser giringiya pêngava ku KCK'ê daye destpêkirin.
 
Tahîr bal kişande têkoşîna bi fedekarî ya li dijî komployê û got,''Lê naxwe bi qasî ku em Rêbertiya xwe, gelê xwe azad bikin têrê nekiriye. Bi vê pêngavê re em ê çalakiyên xwe bi rengekî hê berfirehtir bikin.''
 
Tahîr her wiha diyar kir gelê Kurd êdî nema dikare tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd qebûl bike û got divê saziyên Ewropayê helwesta xwe bidin ber çavan.
 
Endamê Dîwana KCDK-E'yê Demir Çelîk jî got pêngava azadiyê ku KCK'ê daye destpêkirin li çar parçeyên Kurdistanê bûye pêngava ku Kurdistanî û dostên Kurdan lê xwedî derdikevin û got, KCDK-E bi hemû pêkhateyên xwe tevlî pêngavê dibin û diyar kir tecrîda li ser Abdullah Ocalan her wiha tecrîda li ser Kurdan û gelan e.
 
Demir her wiha got azadiya Abdullah Ocalan tê maneya azadiya gelan û baweriyan û got, ji bo ku ziman, nasname, çand werin jiyandin divê Abdullah Ocalan azad bibe û Kurdistan bibe xwedî statû.