Rojnameger Seed Ehmed li Til Temirê hat bibîranîn

  • 14:40 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi sedan ji şêniyên navçeya Til Temirê û Hevreyên Nûçegîhanê Ajansa ANHA'yê Seed Ehmed, bi çalakiyekê ew bi bîr anîn. 
 
Bi armanca bîranîna Rojnameger Ş.Seed Ehmed û Mihemed Reşo her wiha Yadê Eqîde, di çarçoveya hemleya Çand û Hunerê ya Demokratîk a Kantona Hesekê de ku daye destpêkirin, çalakiyek li gundê Til Nesrîyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan hevrêyên Ş.Seed û şêniyên navçeya Til Temir û gundê Til Nesrîyê, amade bûn. 
 
Rêvebera Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Kantona Hesekê Efaf Hiskî daxuyaniyek derbarê salvegera êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet bîranîna pakrewanan de xwend. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser guhertina demografîk a Serêkaniyê û Girê Spî û bang li tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku rê li ber dagirkeriyê bê girtin. Di heman demê de di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ew ê bi çandeke demokratîk û azad bikaribin dagirkeriyê têk bibin. 
 
'Em şopdarê hevreyê xwe Ş.Seed in'
 
Her wiha Rojnemevan Dilşad Cûdî jî wiha got: "Êrîşên ku îro li hember çapemeniyê tê kirin ne ji rêzê ye, armanc û hedefa dewleta tirk bêdengkirina çapemeniyê û bi hedefgirtina rojnamevanan e û  dixwazin heqîqetê veşêrin. Lê  ji kesên rojnamevan were xwestin ji bo ragihandina heqîqetê jî wê canê xwe jî bidin, mînaka wê jî Ş.Seed e. Ş.Seed e, kesayeteke wî ya cuda hebû, em ê heta dawî şopdarê hevreyê xwe Seed bin."
 
'Xwedîderketina li şehîdan bi yekîtiyê mîsoger dibe'
 
Bavê Ş.Seed Mihemed Seîd Şêxmûs jî  wiha got: "Em hemî deyndarê şehîdên xwe ne. Bila Kurd yekîtiyeke xwe ava bikin û xwedî li nirxê şoreşê û şehîdan derkevin. Xwedîderketina li şoreş û şehîdan bi yekîtiyê pêkan dibe."
 
Nameyek ji hêzên Rûsyayê re
 
Endamê Meclîsa Rûsipiyên Kantona Hesekê Mihemed Tahir Yûnis ku nameyek ji Hêzên Rûsyayê re nivîsandibûn û wê teslîm bikira xwend. Name bi vî rengî bû: "Li ser navê şêniyên navçeya Til Temir,  Serêkaniyê û Girê Spî yê ku koçber bûne ji bo Hêzên Rûsya: Pratîka sozên Rûsyayê daye xuya nake. 
 
Tu gavên ji bo parastina herêm û gelê me hatiye avêtin, xuya nake. Li ser vî esasî em ji Hêzên Rûsya vê dixwazin: Em ji Hêzên Rûsyayê dixwazin ku di rizgarkirina herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de ne, bibin alîkar, da ku koçberên ku bi darê zorê hatin koçkirin, vegerin malên xwe. Pêwîst e êl û gelên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar neyînin, taybet di derdixistina nakokiyan de ku nakeve xizmeta gelên Sûriyeyê. Em ji Rûsya dixwazin ku zextên li Rejîma Sûriyeyê bike, da ku Rêveberiya Xweser û Rejîma Sûriyeyê li ser maseyekê rûnin û ji kirîza Sûriyeyê re çareseriyekê bibînin, ku mafê hemû gelan di destûra Sûriyeyê de biparêzin."
 
Piştî axaftinan Rêvebera Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a Kantona Hesekê Efaf Hiskî wêneyekî Ş.Seed diyarî malbata wî kir. 
Di dawiyê de hevreyên Ş.Seed û malbatê berê xwe dan Goristana Şehîdên Til Temirê û li ser gora Ş.Seed ew bi bîr anîn.