Daneşîna bersûcê îstismarê hat taloqkirin

  • 13:16 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Yekemîn danişîna Yahya Kaymaz ê êrişa zayendî li zarokekê kir, hat dîtin. Piştî bergiriyê danişîna bersûcê îstismarê taloqî 1'ê Kanûnê hat kirin. 
 
Li Mêrdînê zaroka biçûk di destpêkê de ji aliyê bavê xwe yê bi navê Î.K. tê tacawizkirin. Piştre zarok li Saziya Parastina Zarokan dimîne. Zaroka ku bi wesîleya serlêdana malbatê diçe gel diya xwe, vê carê ji aliyê xalê xwe Yahya Kaymaz ve bi êrişa zayendî rû bi rû tê hiştin. Piştî giliya zarok Yahya Kaymaz tê binçavkirin. Di serî de piştî îfadeya Yahya tê girtin serbest tê berdan, lê bi berxwedana parêzaran di 3’yê Tîrmehê de bi sûcê “îstismara zarokan” hat girtin.
 
Îro jî li ser giliya zarok yekemîn danişîna Yahya Kaymaz ê êrîşa zayendî li zarok kir li 1'emîn Dadgeha Giran a Mêrdînê hat dîtin. Danişîn piştî girtina îfadeya Yahya Kaymaz û guhdarkirina çavdêran hat dîtin.
 
Danişîna bersûcê îstismarê taloqî 1'ê Kanûnê hat kirin.