Yekemîn Pêşengeha Hunera Şêwekarî bi dawî bû

  • 12:41 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Sinor ji afrîneriya mamsote re nîne" yekemîn pêşengeha Hunera Şêwekariyê ya Mamosteyan di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.
 
Yekîtiya Mamosteyên Kantona Qamişloyê bi dirûşma "Sînor ji afrîneriya mamoste re nîne" yekemîn pêşengeha Hunera Şêwekariyê ya Mamosteyan duh li navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin îro bi dawî bû. Pêşengeh ji wênexêzên 40 mamosteyên ku wênexêzên cur bi cur xêz kiribûn û bi tevlîbûna hemû mamoste û rêveberên dibistanan pêk hat.
 
Dêriyê pêşengehê di roja xwe ya dawî de saet di 09:00'an de hate vekirin. Paşê şênî û mamosteyên dibistanan derbasî hola pêşengehê bûn. Kesên ku di pêşengehê de amade bûn girêdayî pêşengehê nêrîna xwe parve kirin.
 
'Her wênexêzek hestekî cuda diyar dike'
 
Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Til Hemisê Zeyneb El-Husên li ser pêşengehê ev tişt got: "Ev du roj in ev pêşengeh ji aliyê Yekîtiya Mamosteyên Herêma Cizîrê ve tê lidarxistin. Gelek mamoste û şênî tevlî pêşengehê bûn. Mamoste bi hestên xwe yên zelal bi rêya wênexêzan diyar kirin. Her wênexêzek wateyek wê ya cuda heye. Ji ber her mamosteyek bi dilê xwe van wênexêzan xêz kirine. Ev du roj in em dibînin çawa şênî û mamoste bi coşeke mezin tevlî pêşengehê dibin. Banga min ji hemû jinan heye ku pîşeyên xwe derxînin pêş û li ser kar û xebat bikin."
 
'Bi hêviya ku ev pêşengeh bibe weke çandekê'
 
Jina bi navê Zeyneb Hilinc ku tevlî pêşengehê bûye wiha got: "Ev du roj in ez tevlî pêşengehê dibim, pêşwaziyek pir gerim heye. Her wiha gelek mamoste bi wênexêzên xwe hatin ecibandin. Wêneyên ku hatibûn xêzkirin gelek manewiyata wan hebû. Em keda ku mamosteyan dane pîroz dikin. Bi hêviya ku ev gava ku hatiye avêtin weke çand berdewam bike û her sal were lidarxistin. Ev pêşengeh ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê mîna azadî, aştî û wekheviyê tîne bîra me."