Parêzer ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:50 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin Raziye Turgut, Rezan Sarıca, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, bi boneya bi miwekîlên xwe re sibê hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
 Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22’yê gulana 2019’an, di 12-18’ê hezîrana 2019’an û di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn. 
  
2'yemîn Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê, di 23'yê Îlonê de, 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina parêzeran, li Abdullah Ocalan û 3 girtiyên gel wî dimînin birî. Dadgehê "Nexşerêya" Abdullah Ocalan a ku di sala 2009'an de, weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re rêkiribû, weke hincet nîşan da.