Evîndara karê xwe û hevrêyeke rast: Dilovan Gever

  • 11:49 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
Ronahî Nûda
 
QAMİŞLO - Dîlovan Gever a ku qet ken ji rûyê wê kêm nedibû, kamera ji dest nediket, enî bi enî geriya berxwedana Rojava ya li hemberî DAÎŞ'ê gav bi gav şopand. Hempîşeyên wê Dilovanê bi gotina, "Evîndara karê xwe û hevrêyeke rast bû" vedibêjin.
 
“Kobanê ji bo min pir cuda ye. Ez ji Bajarê Kobanê me, dema ez têm Kobanê ez xwe di bajarê şehîdan de hîs dikim. Min li Kobanê, rastiya dijmin, rastiya şer, hevaltî, jiyana azad û mirovên herî bedew di dinyayê de nas kirin.” Dilovan Gever...
 
 Di êrîşên deweta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de pêk hatin rojnamger Dilovan Gever (Dîlan Olmez) jiyana xwe ji dest dabû. Dilovan di 13'ê Cotmehê de dema ku bi hevalên xwe re li Girê Spî nûçe dişopand di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da. Dilovan endama Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Navenda Ragihandinê bû. Dilovan ji Gevera Colemêrgê bû, di dema banga seferberiyê ya 2014'an a ji bo berxwedana li Kobanê ya li dijî DAÎŞ'ê dest ji zanîngehê berda û berê xwe da nava şoreşê. Dilovan heta ku Kobanê hat rigarkirin di çeperan de cihê xwe girt û piştre jî bi nûçegîhaniya ku kir ji nêz ve bû şahida berxwedana li hemberî  DAÎŞ'ê ya li Rojavayê Kurdistanê. Ewqas ji nêz ve ev berxwedan şopand ku dema DAÎŞ'ê bi temamî ji ser erda Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat paqijkirin û li şûna ala wê ala YPJ'ê hat daliqandin nûçeya wê ji Dêrazorê Dilovan Gever ragihand.  Dilovan wê rojê nûçeya xwe bi van gotinan pêşkêş kiribû: "Îro ne ala kesên ku dixwestin mirovahiyê di tarîtiyê de bihêlin li vêderê dilive, ala aramî û aştiyê dilive. Em dikarin vê bibêjin çeteyên DAÎŞ'ê ji ser erda Rojava hatin paqijkirin. Roj roja serkeftina şervanên YPJ'ê û roj roja serkeftina mirovahiyê ye. Çeteyên DAÎŞ'ê qediyan. Roj roja azadiya gelan e."  
 
Dilovan a ku li eniyên herî pêş berxwedan ragihand, ji hevrêyên xwe re lêgerîna heqîqetm mîrate hişt. Di 1'emîn salvegera qetilkirina Dilovanê de hevalên wê têkoşîna wê vedibêjin. 
 
'Xebatkarek ji dil bû'
 
Emargî Rohanda diyar kir ku cara yekê di hemleya Dêrazorê de bi Dilovan re xebitiye û Dilovanê ji nûçeyên wê nas kiriye .Amargî wiha berdewam kir, "Ewil bi telefonê bi Dilovanê re axivîm. Axaftina wê ewqas ji dil bû ku min digot qey bi salan e em bi hev re diaxivin. Bi kelecaneke mezin diaxivî. Axaftina wê ewqsa balkêş bû ku min nizanibû ez ê çawa bersiva wê bidim.  Hevala Dilovan piştre hat navendê. Min wê demê ew bêhtir nas kir û bêhtir pê re dem derbas kir. Karê xwe cidî û bi dildarî dikir. Dema ku dixebitî der û dor ji bîr dikir û karê xwe berdewam dikir. Xebata wê ewqas bi coş bû ku carnan min bi saetan lê dinêrî .Wê xebata wê em jî didan xebitandin."
 
'Bi hevalên xwe yên xebatê re eleqedar dibû'
 
Amargî diyar kir ku Dilovan ji nêz ve bi hevalên xwe yên xebatê re eleqedar dibû, dixwest ku ji bikaranîna kameryayê heta bi çêkirina nûçeyan hemû tiştî hînî wan bike. Amargî wiha berdewam kir, "Berî êrîşên 9'ê Cotmehê ez bi hevala Dilovan re tevli xebatekê bûm. Bîranîna heval Arîn û û Rewan bû.  Me Dilovanê nedît. Kamera ji dest nediket û dixwest bi her awayî dmîmen bikêşe. Xwe tenê rojnameger nedihesiband. Ji bor her kar û xebatê tişta ji destên wê dihat dikir. Herkesî gelek jê hez dikr û her kes jê bi bandor dibû."
 
Vê carê wê serkeftin cuda be'
 
Amargî diyar kir ku dema ji bo êrîşên 9'ê Cotmehê xew amade kirine Rûyê Dilovanê gelek geş bû, dema ku ji navendê derketine û xeatir ji hevalên xwe xwestine jî Dilovan wiha gotiye: "Wê serkeftin ya me be, lê vê carê wê ev serkeftin cuda be. Ji ber ku vê carê şervanên JPJ'ê li ku bin ez ê jî li wê bim û ez dest ji cihê xwe bernadim." 
 
'Kesekî bawer nekir ku şehîd kirine'
 
Amargî diyar kir ku roja Dilovan hatiye şehîdkirin pê re axiviye û wiha berdewam kir, "Min hevala li gel xwe şand û min got niha şer giran e .Ez naxwazim li vir bimîne .Lê wê got 'ez ê tenê bimînin'. Piştre jî pirsa hemû hevalên li navendê kir û telefon girt.  Wê rojê şehîd bûye lê me nebihîstibû.   Me ji hevalan dipirsî û me digot çima bersîvê nade telefona xwe. Lê hevalan nedixwestin ku em bibihîzin .Piştre em anîn gel hev û ji me re ragihandin ku Dilovan şehîd bûye.  Ji min re jî gotin tu agahiyê bide havlên li Dirbêsiyê.  Dilovanê bandora xwe li ser me hemûyan hişt .Em ê bibin şopdarên hemû hevalên ku li qada çapemeniyê şehîd bûn."
 
'Dilovanê axafitneke gelek xweş kir'
 
Rûken Cemal jî yek ji kesên ku li Dêrazorê bi Dilovanê re nûçe şopandiye ye. Rûkenê got ku roja raperînê dîmenên dîrokî yên berxwedanê bi hev re kêşandine û wiha berdewam kir, "Guhê dilovanê diêşiya. Lê piştî guhê wê rehet bû careke din hat Dêrazorê. Ew dîmenên ku me kêşandin dîmenên berxwedana 8 salan bûn .Dema ku hevala YPJ'yî Dîlanê ala DAÎŞ'ê li Baxozê daxist û ya YPJ'ê daliqand dîmenê wê me bi hevl Dilovan re kêşand.  Diviyabû ku em nêrîna şervanan jî bigirin.  Dilovanê ya ku got divê ew jî wekî rojnamevan tiştekî bibêjin,  axafitneke girîng kir.  Wê axaftina wê bandora xwe li ser hemû kesên li wê kir.  Gelek hevalên Dilovanê li Komabê şehîd bibûn û wekî ku wê rojê li Baxozê tola wan hilde axivî." 
 
'Tenê ji bo demekê nedixebitî'
 
Rûkenê got ku Dilovan bi awayekî xezayî berpirsiyarî digirt û got ku wêneyên cenazeyên hevalên şehîd digirtin û dikir belge. Rûkenê got ku van wêneyan bandoreke mezin li ser Dilovanê dikr û wiha berdewam kir, " Dilvoan dixwest wê rojê çi diye binivîse .Tişta dijiya di hiş û dilê wê de bi cih dibû. Tişta jiya bû ew bi hêz kiribû."
 
Rûkenê got ku ew her sal ji keseke ji çapemeniya YPJ'ê ku jiyana xwe ji dest dide re şahidiyê dikin, lê li gel vê jî ew ê her li pêş têkoşîna xwe bidomînin.