'Em li hevkirina hikûmetan a li ser Şengalê qebûl nakin'

  • 09:19 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Jinên Êzidî bertek nîşanî lihevkirina hikûmetên Hewlêr û Iraqê dan û gotin: "Em naxwazin derbarê me de biryaran bigirin. Roja fermanê kesek xwedî li Êzidiyan derneket û îro jî tên li vir li şûna me biryaran digirin û hêza xwe li vir ava dikin. Kesên ku biryaran bidin Êzidî bi xwe ne."
 
9’ê cotmehê li Bexdayê di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin. Di vê peymana ku rêveberiya Şengal û nûnerên herêmê nehatin tevlîkirin de, biryar hat girtin ku Şengal di warê ewlekarî de girêdayî Bexdayê be, di warê îdarî û xizmetan de jî ji aliyê Bexda û Hewlêrê ve hevpar bê rêvebirin. Derbarê lihevkirinê de her ku diçe nerazîbûn zêde dibin. Jinên Êzidî derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman.
 
'Em hêzên din qebûl nakin'
 
Nîsan Elî diyar kir ku tu carî nêzîkatiya hikûmetan a li hemberî Şengalê nayê qebûlkirin û got: "Em tu hêzên din li Şengalê naxwazin. Em hatin û bi cihkirina peşmergeyên PDK'ê qebûl nakin. Em naxwazin ferman berdewam bike û carekî din em fermanê bijîn. Di fermanê de bilî şagirtên Rêber Apo tu kes xwedî li me derneket. Em piştî fermanê tu hezê din qebûl nakin ji derveyî hêza xwe.”
 
'Em tiştên ku hatî serê me ji bîr nakin'
 
Neam Şengalî jî wekî Nîsan bertek nîşanî helwesta hikûmetan da û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bîryara Bexda û Hewlerê girtiyê dişibe fermana 3'yê Tebaxa 2014’an. Şengal û şêniyên Şengal edî ne wekê berê ne û kes nikare edî li ser Şengalê bîryaran bigire. Êzidî edî xwe birêxistin kirine û dikarin derbarê xwe de biryaran bidin. Em edî xwedî bi hêz in. Di dema fermanê de ewqas şehîd hatin dayîn. Em dikarin li ser Şengalê bîryaran bigirin. Di fermanê de yên ku dev jî me berdan û reviyan îro nikarin derbarê me de jî biryar bigirin. Îro heza me heye û keç û xortên Êzidî axa xwe diparêzin. Yên ku Şengalê firotin û çûn carekî din bê vîna me vedigerin ser axa Şengalê, em qebûl nakin û em nahelin jî. Em tu carê vê biryare qebûl nakin heta roja îro jî keç û jinên Êzidî di destê DAÎŞ’e de ye. Em tişta hatiye serê me ji bîr nakin." 
 
'Yên ku biryarê bidin malbatên şehîda ne'
 
Kine Xidir li hemberî biryarê helwestekî tund nîşan da û got: "Bîryara ku hatiyê girtin em qebûl nakin. Yên ku me di destê çeteyên DAÎŞ’e de hiştin û reviyan dixwazin îro jî heman tiştî bikin. Em vê yekê qebûl nakin û em nahel in ku ev derbarê me de biryaran bigirin. 12 hezar peşmerge di dema fermana 2014’an de li Şengalê hebû. Lê dev jî me berdan û reviyan. Îro jî dixwazin vegerin ser axa Şengalê. Ew nikarin vê bîryare bidin. Yên ku vê bîryare bidin malbatên şehîdan û yên li Şengalê dijîn. Em roja fermanê, keç û jinên ku ketine destê DAÎŞ’e tu carê ji bîr nakin. Bi sedan mirovên me hatin qetilkirin. Lê peşmerge jî reviyan û çûn. Heta em saxbin em ji bîr nakin û nahelin carekê din tiştek wisa bê jiyîn."