'Em ji bo diyalogê her tim amede ne'

  • 09:15 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Nesrîn Kenan têkildarî sûcdarî û gefên Rêjîma BAAS'ê yên li ser Rêveberiya Xweser anî ziman ku rejîm dixwaze Sûriyeyê li gor hişmendiya xwe bide meşandin û wiha got:"Em ji bo dîyalogê her dem amade ne lê belê Rejîma BAAS'ê xwe nade ber diyalogê. Bi vê yekê girêdayî aloziya di nava Sûriyeyê de her ku diçe zêde dibe."
 
Rejîma BAAS'ê rêyên diyalogê ya bi Rêveberiya Xweser ve her dem digire. Alozî û şerê li Sûriyeyê bi vê yekê girêdayî her ku diçe gurtir dibe. Têkildarî mijarê endama Partiya Sûriya Pêşerojê Nesrîn Kenan axivî. 
 
'Rejîm dixwaze Sûriyeyê li gor hişmendiya xwe bimeşîne'
 
Nesrînê di destpêka axaftina xwe de gefên Rêjîma BAAS'ê nirxand û wiha got: "Aloziya Sûriyeyê didome û hîna tu çareserî nehatine bidestxistin. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergalek hatiye avakirin ku gelên wê bi rengekî aştiyane jiyana xwe berdewam dikin. Li hember projeya me ya serekftî dewletên serdest her tim gefan dixwin û li gor berjewendiyên xwe nêzîk dibin. Her wiha Rejîma BAAS'ê bi xwe jî gefan dixwe û her tim nerazîbûna xwe li hember pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nîşan dide. Ev yek diyar dike ku Rêjîma BAAS'ê çareseriya aştiyane naxwaze, lê belê dixwaze pergala Sûriyeyê veguherîne weke salên beriya Şoreşê û bi hişmendiya nîjadperest, şovenîst û desthilatdar li Sûriyeyê hukim bike."
 
'Rêjîma BAAS'ê hevdîtinan napejirîne'
 
Nesrînê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya Rêjîmê ya li hember êrişên dewleta tirk û wiha domand: "Pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî wekhev, bi çand, ziman, ol û nasnameya xwe ya resen dijîn. Lê Rêjîma BAAS'ê hewildanên cur be cur dide da ku pirojeya me hilweşîne, ev yek di tevlîheviyên vê dawiyê yên li Dêrezorê çêbûne de teqez bû. Her wiha Rêjîma BAAS'ê daxwazên Rêveberiya Xweser û MSD'ê yên hevdîtinê qebûl nekirin. Di heman demê de li ber çavên wan û bêyî ku tu helwestên ber bi çav nîşan bidin axa Sûriyeyê tê dagirkirin."
 
'Dewletên serdest li gor berjewendiyên xwe aloziya Sûriyeyê bi rê ve dibin'
 
Nesrînê di dirêjahiya axaftina xwe de diyar kir ku dewletên serdest li gor berjewendiyên xwe aloziya Sûriyeyê bi rê ve dibin û wiha pê de çû: "Civînên li gor asta navneteweyî hatin lidarxistin weke Cinev û Astanayê Rêjîma BAAS'ê û hêzên Opozosyonê cihê xwe di nav de girtin. Lê Rêveberiya Xweser nehat vexwendin. Heger em li rastiya aloziyê Sûriyeyê binêrin, ji me re diyar dibe ku ew herdu aliyên cihê xwe di civînên çareserkirina aloziya Sûriyeyê de girtine, wan Sûriyeyê gihandine vê rewşê. Hêzên Opozosyonê rê li ber dagirkirina axa Sûriyeyê vekir, Rêjîma BAAS'ê jî hemû pêşniyar û pirojeyên demokratîk red dike û dixwaze bi hişmendiya hegomonîk pergala Sûriyeyê ava bike. Ev pilan bi zanebûn tên kirin, dewletên van civînan li dar dixin li gor berjewendiyên xwe tev digerin loma Rêveberiya Xweser beşdarî çareseriya aloziya Sûriyeyê nakin."
 
'Em ji bo diyalogê her tim amede ne'
 
Nesrîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew her tim ji bo diyalogên çareserkirina aloziya Sûriyeyê amede ne û wiha bi dawî kir: "Me weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêyên diyaloga bi Rêjîma BAAS'ê re vekirin, heta me du diyalogên Sûrî-Sûrî jî li dar xistin. Armanca me Sûriyeke demokratîk, wekhev û nenavendî ava bikin. Ev 10 sal in ku alozî didome, gelên Sûriyeyê di axa xwe de penaber in û çarenûsa wan li gor berjewendiyên hêzên navxweyî û cîhanî tê guherîn. Loma em dubare dibêjin, em ji bo diyalogê her tim amede ne."