ROJEVA 13'YÊ COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 13 Cotmeh 2020
  • Rojev
* Lêkolîner Netîce Altun diyar kir ku ziman perçeyek çandê ye û got: "Dewlet zimanê ku heyî nabînin, îhmal dikin, ji bo perwerdeyê jî piştgirî nadin û dibin sedema mirina zimanan." DÎMEN HEYE
 
*Parka 4'ê Nîsanê di sala 2016'an de li taxa Şêx Meqsûdê hatiye avakirin. Jinên ku serdana vê parkê dikin wiha dibêjin: "Parka 4'ê Nîsanê ji ber tê de bîranînên pakrewanên me û pirtûkên Rêber Apo hene dilê me rehet dike. Em dema tên ve parkê em hem bêhna xwe vedidin, em hem jî para xwe ji zanist û fikirê Rêber Apo jî digirin.”
 
*Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, ji ber destpêkirina şewba vîrûsa koronayê navber dabû qursên xwe. Hevseroka komeleyê Leyla Yardin, destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê ew nikarin niha dest bi perwerdehiyê bikin û wiha got: “Lê divê em bi zimanê xwe biaxivin û xwedî li zimanê xwe derbikevin. Ziman, nasname û hebûna mirov e.” BI DÎMEN 
 
*Şêniyên taxa Elbakê ku ji ber erdhejê xaniyên wan hilweşiyan, gotin ku ew zivistaneke din jî naxwazin li derve derbas bikin.  DÎMEN HEYE
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Mehmûd dîroka têkoşîna jinan a li hember tundî û êrîşan nirxand û got: "Bi hedefgirtina jinan dixwazin hebûna civakê tune bikin, lê li hember zîhniyeta paşverû jinê asta tekoşîna xwe bilind kir û teslîmkarî qebûl nekir." DÎMEN HEYE
 
* Ji Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê Xalîde Ebdo salvegera yekemîn a Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî û wiha got: "Di kesayeta Hevrîn Xelef de xwestin îradeya jina azad bişkînin, lê Hevrîn her di nava me de dijî û li Sûriyeyê bû sembola aştî û wekheviyê." DÎMEN HEYE
 
*Fatma Akalan a ku 4 sal e li ser îxbara şahidê nepem bi ser mala wê de tê girtin, got ku ji ber îşkenceya dikin zara guhê zarokekî wê teqiya ye û hestiyên laşê wî şikiya ne. Fatma anî ziman ku êdî ew nema kare li hember vê tundiyê xwe rabigire û nema dikarin li mala xwe rehet razên. DÎMEN HEYE
 
* Parêzer Eburu Demîrtepe ya derbarê rewşa nûçegîhana me Şerhrîban Abî û hempîşeyên wê yên hatin girtin de axivî got, "Derbarê ku endamtiya rêxistinê de tu delîlên şênber tune ne û di dosyayê de tenê nirxandin hene. Qeydên deng wekî delîl pêşkêşî me kirin."
 
*Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Nesrîn Kenan têkildarî sûcdarî û gefên Rêjîma BAAS'ê yên li ser Rêveberiya Xweser anî ziman ku rejîm dixwaze Sûriyeyê li gor hişmendiya xwe bide meşandin û wiha got:"Em ji bo dîyalogê her dem amade ne lê belê Rejîma BAAS'ê xwe nade ber diyalogê. Bi vê yekê girêdayî aloziya di nava Sûriyeyê de her ku diçe zêde dibe." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Êzidî bertek nîşanî lihevkirina hikûmetên Hewlêr û Iraqê dan û gotin: "Em naxwazin derbarê me de biryaran bigirin. Roja fermanê kesek xwedî li Êzidiyan derneket û îro jî tên li vir li şûna me biryaran digirin û hêza xwe li vir ava dikin. Kesên ku biryaran bidin Êzidî bi xwe ne." BI DÎMEN 
 
*Dîlovan Gever a ku qet ken ji rûyê wê kêm nedibû, kamera ji dest nediket enî bi enî geriya berxwedana Rojava ya li hemberî DAÎŞ'ê gav bi gav şopand. Hempîşeyên wê Dilovanê bi gotina, "evîndara karê xwe û hervrêyeke rast bû" vedibêjin. DÎMEN HEYE
 
**Jinèn TJA yè wê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li Nusaybînê li seyrangehè bicivin.(10.00)
 
*Yekemîn daneşîna Yahya Kaymazê zarokek îstismarkiriye wè di dada giran ya jimara yekem de were dîtin. (10.00)