Derbarê kesên dijûn li Nuran Îmîr kiribûn biryara bêşopandinê hat dayîn

  • 08:58 13 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, di derbarê 3 kesên ku dijûn lêkiribûn de serlêdana sûc kir, lê derbarê lêpirsîna hat derspêkirin de biryara bêşopandinê hat dayîn.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, li ser medya civakî hin nûçe parvekiribûn û di beşa şîrveyan a ji bo nûçeyên parvekiribûn de ji aliyê kesên bi navê bi navê Sadik Aydemîr di 10’ê Mijdara 2019, Celal Dogan di 24’ê Mijdar a 2019 û Erdogan Cura 6’ê Mijdar a 2019’an de dijûn lê hatibûn kirin. Nuranê bi rêya parêzerên xwe li Serdozgeriya komarê ji ber dijûnên lê hatin kirin serlêdana sûc kiribû. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê serlêdana sûcê ku hatî kirin de biryara bêşopandinê da.
 
Parêzerê nûranê Bişar Abdî Alinak biryar li ser medya civakî parvekir û got, "Zîhniyeta ku ji bo kurd û kesên muxalîf dijûnan rewa dibîne û daraz berpirsiyarên vê rewşê ne."