Jinên ciwan ji bo paqijyê belavokên hişyarkirinê belav kirin

  • 08:43 12 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê di çarçoveya kampanyaya xwe de dest bi hişyarkirina xwe parastina li dijî vîrûsa koronayê kirin. Jinên ciwan derbarê mijarê de li Wargeha Mexmûrê belavok belavkirin. 
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), Tevgera Jinên Ciwan xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya "Ji taciz û tecawizê re em dibêjin na" de didomînin. Di vê pêvajoyê de gelek çalakiyên cur bi cur li dar xistin. Niha jî li dijî vîrûsa koronayê dest bi xebatên hişyarkirinê hatin kirin. Tevgera Jinên Ciwan derbarê hişyarkirinê de li kolanên Mexmûrê belavok belavkirin û bang baqijiya derdorê kirin. 
 
Derbarê kampanyaya paqijiyê de endama Meclîsa Jinên Ciwan a Şehid Axin Mizgin Kara axivî û got:" Me weki tevgera jinên ciwan ji ber ku nexweşiya koronayê li derdora me zê de bûye, her wiha em derbazî demsala payizê bûn di vê demê de nexweşî zû belav dibin ji bo pêşî girtina li nexweşiyan bê girtin baldariyê bidin paqijiyê. Em niha di çarçoveya kampanyaya xwe de belavokên hişyarkirinê belavdikin."