Jinên ku vegeriyan gundê xwe: Em vegeriyan zarokatiya xwe

  • 09:10 7 Nîsan 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Li dijî belavbûna vîrûsa koronayê welatî guh didin bangên hişyariyê ya li malên xwe bimînin. Jinên ku berê xwe dan gundê xwe gotin: "Em vegeriyan zarokatiya xwe û li vir piştevanî bêtir li pêş dikeve û dûrketina ji medyaya civakî jî tiştekî erênî ye. Lê belê em ji rewşa heyî jî bi fikar in."
 
Piştî belavbûna vîrûsa koronayê gelek welat li gorî xwe tedbîr girtin. Li Tirkiyeyê jî şewba koronayê her ku diçe belav dibe û li ser civakê jî  tirs û fikar zêde dibin. Li dijî vîrûsê 'Di mala xwe de bimîne' hat destpêkirin. Gel wextên xwe bi qasî li mal de derbas dikin. Tuba Sunger, Şukran Dogan, Tuba Yildirim û Şîlan Erîşên niha li malê ne û li dijî vîrûse hewl didin ku xwe biparêzin, ji ajansa me re qala rojên xwe yên malê kirin. 
 
Tuba Sunger di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku bi koronayê re baldariya paqijiyê jî bêtir li pêş ket û wiha axivî: “Em li malên xwe dernakevin û ji bo pêdiviyên malê jî kesek ji malê diçe û tîne. Xwişk û birayê min xebatkarên tenduristiyê ne û em bi fikar in. Ji ber vê jî em ji paqijiyê bi hişyarin. Li malê her kes her kesî hişyar dike û di nava malê dê tirsek jî heye û ev tişt jî bandorê li ser derûniya me dike."
 
'Piştevanî bêtir li pêş ket'
 
Tuba, bal kişand li ser aktîvîteyên di nav malê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi taybetî li malê aktîvîte bi sînor in. Piranî ez dema xwe bi xwendin û temaşekirina fîlman re derbas dikim. Her wiha di çêkirina xwerînê jî xwe li pêş dixim. Ji ber ku malbatên kurdan qelebalixin kar û xebatên di nava malê bi hev re tê kirin. Di vê pêvajoyê de em bêtir nêzî hev dibin û ji pêdiviyên hev agahdar in, piştevaniya di navbera me de bêtir li pêş dikeve. Dema xwarinê û çay vexwarinê em sohbetan dikin û bîranîn xwe bibîrtinin. Bi taybeti li malê mayîn bandorê li zarokan dike û em ji bo zarokan jî lîstîkan diafirînin."
 
'Em vegeriyan zarokatiya xwe'
 
Şukran Dogan, ji ber vîrûsa koronayê vegeriya gundê Bafê ya Hezexa Şirnexê. Şukran niha dema xwe bi malbata xwe der derbas dike. Şukran wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jiyana li gund wekî rîks nayê dîtin û hemû kes jî karê xwe yên rojanê pêk tînin. Li vir jiyan ne pêkane ku raweste. Dema malbat qelebalixbin hatin û çûhan di nava malbatê de jî zêde dibin. Dema em tên cem hev jî wekî zorakatiya xwe mamikan dipirsin an jî lîstikên berê dilîzin. Her wiha dema ceyran diçe jî em bi tewahî ji teknolojiyê qut dibin em betîr xwe dihesin."
 
'Agahiyên mirinê deruniya me xirab dike'
 
Şukran berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku agahiya miriyan li ser derûniyê bandorek neyînî pêk tîne û wiha pêde çû: “Belê em niha ligel hev in û ev tiştekî xweş û bi wate ye. Ev nîşaneya hesreta me ya ji bo demên borî ne. Her çiqas mayîna li gund wek avantaj xuya bike jî her roj agahiyên miriyan ji bo xirabûna derûniyê sedemek girîng e. Niha kêm kes diçin navendê. Her kes stoka xwe ya xwarinê çêkir. Niha bihar e û her der şîn bûye û ev tişt me motîve dike." 
 
'Rewş cidî nehat girtin' 
 
Tuba Yildirim di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser tedbîran û diyar kir ku li bajêr rewş nayê cidî girtin her wiha tedbîr jî kêm in û wiha got: "Bi qasî ji deste me te em guh didin hişyariyan. Mixabin li Amedê baldarî nîne û ev tişt dibe sedema belavbûnê. Mala min li gundê Dibek a Lîceya Amedê ye. Li vir jiyan wekî her tim didome. Niha ji ber ku demsala biharê ye em amedakiyên demsala havînê dikin. Êvaran jî li ber televîzyonê ne, an jî li hev kom dibin û sohbetan dikin."
 
'Divê polîtîkayên hevpar bên afirandin'
 
Şîlan Erîşên, diyar kir ku divê dewlet polîtîkayên wekhev biafirîne û wiha bi lêv kir: "Divê polîtikayeke bi edalet pêş bikeve. Niha gelek kes ji ber debara mala xwe li derve dixebitin divê ewlehiya wan bê girtin. Dibêjin li malê bimînin, belê em niha li malê ne û divê em li malê bin jî, lê ez bangewaziya dewletê ya 'li malên xwe bimînin' samînî nabînim. Ji ber ku polîtîkayeke wekhev nayê nîne. Karker di vê pêvajoyê de dixebidin û tenê tên hiştin."