'Vîrûsa Korona bandoreke neyînî li ser qada aboriyê dike'

  • 09:03 7 Nîsan 2020
  • Rojane
Dîcle Demhat
 
KOBANÊ- Vîrûsa Korona li ser aboriya herêmê bandoreke neyînî çêdike. Jinên ku xebatên aboriyê dikin, wiha dibêjin: "Bi sedema  derketina Vîrûsa Korona di kar û xebatên me yên aboriyê de lawazî, çedibin. Projeyên me dabû pêşiya xwe piraniya wan sekinîn."
 
Belavbûna nexweşiya Vîrûsa Koranayê ne tenê di aliyê beden û derûniyê de bandorek çêkir, her wiha  di aliyê aboriyê de jî bandorek neyînî, derxist pêş. Tevahî cîhan di aliyê  aboriyê de bi bandor bû. Her welatek li gor derfetên xwe çiqas tedbîrên xwe girtibin jî, ev tedbîr têrê nake.  Nexweşiya Korona li ser rawestandina  kar û xebatên aboriya herêma Firatê  jî bandor kiriye. Têkildarî mijarê Hevseroka Aboriya Giştî  ya Herêma Firatê Şîrîn Elûş û Berdevka Aboriya Jinê Cîhan Kîko ev mijar nirxandin û ji me re parve kirin. 
 
'Bi sedema Vîrûsa Korona piraniya projeyên me hatin rawestandin' 
 
Berdevka Aboriya Jinê Cîhan Kîko di  destpêka axaftina xwe de li ser kar û xebatê aboriya jinê wiha got: "Kar û xebatên aboriya jinê ya herêma Firatê  ji sala 2015’an dest pê kir. Her çiqas zehmetî hebin jî karê aboriya jinê berdewam dike. Ji 2015’an ve heta roja me ya îro aboriya jinê gor derfetan hatiye pêşxistin, îro jî li gor derfetên jiyanî, em karê xwe berdewam dikin. Ji ber sedema  derketina Vîrûsa Korona di kar û xebatê me ya aboriyê de lewazî, çedibin. Projeyên me dabû pêşiya xwe sekinîn, niha wek aboriya jinê karê me yê çandiniyê tenê berdewam e. Ji ber ku piraniya pirojeyên me hatine sekinandin, di aliyê  çandiniyê de em hewil didin xebatên xwe bidomînin. Bi sedema nexweşiya Korona hejmara karkeran jî kêm bû ne."
 
'Em nikarin niha projeyên xwe pêk bînin'
 
Cîhanê di domandina gotina xwe de qala bandora neyînî ya Vîrûsa Korona li ser aboriyê kir û wiha pê de çû: "Çawa ku nexweşiya Vîrûsa Korona li ser aboriya tevahî cîhanê bandor dike, li ser aboriya me jî bandor dibe. Ji ber ku me pir piroje dabûn pêşiya xwe, hedefa me ya esasî jî ku em  bi van pirojeyên xwe alikarî bidin jinan û her jinek bikaribe debara mala xwe bike. Lê ji ber sedema nexweşiya Vîrusa Korona em nikarin pirojeyên xwe pêk bînin. Projeyên me yên  hotêl, xwaringeh, çêkirina penêr, mast, avafirîngiyan û karê rojane me dane sekinandin. Ji ber ku karê me hat sekinandin, bandorek li ser aboriya me kir."
 
'Me xebatên aboriya giştî berfireh kirine'
 
Hevseroka Aboriya Giştî  ya Herêma Firatê Şîrîn Elûş pêşketinên di qada aboriyê de çêbûne wiha anîn ziman: "Gor salên destpêkê niha rewşa aboriyê baştir e. Destpêkê me tenê di beşa aş de  kar dikir, me genim û ceh ji gel nedikirî, lê niha me xebatên xwe berfirehtir kirine. Niha em genim û ceh ji gel dikirin û di depoyan de dihêlînin, ji bo ku pirsgirekên nan, ard û hwd dernekevin. Xebatên ku em niha didin meşandin, kargeha mirîşkan, celeb, sera û karê çandiniyê ye. Li gorî berê jî kesên ku kar dikin hejmara wan zêdetir bûye, karê me berfirehtir bûye, lê mixabin ji ber Vîrûsa Korona lawaz bûye."
 
'Me tedbîrên xwe girtine'
 
Şirînê  da zanîn ku  wan tedbîrên xwe li dijî nexweşiya Vîrûsa Korona girtine û  wiha domand: "Ji ber belavbûna Vîrûsa Korona (Covid-19) gelek xebatên me hatin sekinandin û kedkar niha li malên xwe ne. Hejmarek kêm ji kedkaran di beşên aş de kar dikin û kesên karê çandiniyê dikin mane, kesên ser kar jî tedbîrên xwe di aliyê tenduristiyê de digirin. Ji ber ku firin jî giredayî aboriyê ye û ji bo  ku gel ji malê xwe dernekevin, em nan didin komîngehan û komîngeh nan belav dikin. Her wiha em bi nobedarî kar dimeşînin. Em li gor hişyariyên Rêveberiya Xweser her kes tev digerin."
 
'Ji bo ewlehiyê em xwe biparêzin'
 
Şirînê bal kişand ser hişyariya Rêveberiya Xweser û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her çiqasî li herêmên me nexweşiya Korona derneketibe jî, me wek qada aborî li gorî derfetên xwe tedbîr girtine. Ji ber vê jî me pir karê xwe da sekinandin û ev yek jî ser aboriya me helbet wê bandor bike. Em hevîdar in hemû gelê me li hişyariya Rêveberiya Xweser guhdar bikin,  ji bo ewlehiya malbat, cîran û hezkiriyên xwe di mal de bin û xwe biparêzin."