Ji Navenda Şêwirmendiyê ya Berfînê banga li dijî tundiya li ser jinê
- 17:27 6 Nîsan 2020
- Rojane
SÊRT - Navenda Şêwirmendiyê ya Berfînê bal kişand ser tundiya ku di serdema bangên di mal de bimînin de zêde dibe û banga li dijî tundiya li ser jinê kir.
Ji ber Vîrusa Koronayê banga li malên xwe bimînin tê kirin. Li ser vê yekê li cîhanê û li tirkiyeyê tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Navenda Şêwirmendiyê ya Berfînê ya şaredariya Sêrtê ji bo balê bikşîne tundiya li ser jinê vidoyek amade kir.
'Hêviya xwe winda nekin'
Berpirsa Navenda Şêwirmendiyê ya Berfînê Sohbet Altan Çetin wiha got:"Em ê bi civaknas, derûnas û xebatkarên xwe yên jin re li gel hemû jinan bin. Em ê wekî jin bi destên hevdu bigirin û hêzê ji hevde bigirin. Hêviya xwe winda nekin."
'Em ê bi hev re mafên xwe yên jiyanî biparêzîn'
Sohbet diyar kir ku di vê pêvajoyê de jin ne tenê ne û wiha got:" Piştî ku li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê belav bû, tundiya li dijî jinan jî zêde bû. Em wekî xebatkarên Navenda Berfînê, em li gel jinên ku rastî tundiyê hatine cih digirin û dibêjîn ku ew ne tenê ne. Em ê di van pêvajoya ku em ji vîrûsa koronê re rû bi rû de em ê bi hemû jinan re di nava alîkariyê de bin. Em ê ji bo hemû mafên xwe yên din, tevî mafê me yê jiyanê çi bikin, em ê tebikoşin. Dê jin bi vîrûsa korona tenê nemînin. Hûn dikarin li ser xeta Navenda Ragihandinê ya Jinên Berfînê xwe bigihîjin me. "
'Em ê bibin dengê jinan'
Civaknasa Navenda Jinan a Berfînê Emîne Înan jî da zanîn ku ew ê bibin dengê jinan û ev tişt got:"Di hemû pêvajoyên cîhanê de wekî , şer û bûyerên êşê û hwd . Tundiya li dijî jinan zêde dibe. Di vê pêvajoyê de, em wekî Navenda Jinan a Berfîn em ê li cem jinan cih bigirin . Em ê bibin dengê wan."
'Em demê xwe bi çalakiyên cûr bi cûr derbas bikin'
Derûnasa Navendê Zelal Ekdî jî da zanîn ku jin li malê bi xebatên kolektîf dikarin vê pêvajoyê bi awayekî afiriner derbas bikin û got:" Di vê pêvajoyê de, çalakiyên me yên malê bi zarokên me ve girêdayî ne. Divê em bikaribin di nav malê de bi rengekî kolektîf çalakiyan pêk bînin. Ji bo dêrûniya me çalakîyên mîna werzîşê pir girîng in. Divê em wextê xwe bi çalakiyên bi vî rengî bidomînin."
'Hûn ne tenê ne'
Wênesaza Navendê Dîlan Oguz anî ziman ki çi dibe bila bibe gava ku ew rastî tundiyê werin bila xwe bigîhin wan û got:" Di vê pêvajoyê de em jin bi hev re bi hêz in. Em ê bi yêkitiya xwe li dijî tundî û mêrê desthilatdar bisekinin. Hûn ne tenê ne. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû dimînin bila li ser 0 484 223 2352 ve xetê xwe bigihîjin me."