Tedawiya Vîrusa Koronayê ya 148 welatiyên li Amedê didome

  • 16:51 6 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Tedawiya Vîrusa Koronayê  ya 148 welatiyên li Amedê didome
 
Li Amedê hejmara kesên bi şewba vîrûsa corona (Covid-19) ketine zêde dibin. Heta niha li nexweşxaneyên cuda yên Amedê ji ber şewba Covid-19, 148 welatî têne dermankirin. 4 welatiyên li unîteya venêrtina zêde, dermankirina wan didome. Hat diyarkirin ku talûkeya jiyanê ya 4 welatiyan didome. Hat diyarkirin ku 70 welatiyên hatin sewqkirin jî şandin malên wan. Li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle jina 32 salî ku ducanî bû zaroka wê bi emeliyatê ji ber kirin. Hat zanîn ku rewşa zaroka wê baş e. Li Amedê ji ber şewbê heta niha 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.