Ji HDP'ê 'Kampanyaya Malbata Xwişk û Biratiyê'

  • 15:07 6 Nîsan 2020
  • Rojane
AMED - Hevserokên Bismilê yên qeyûm tayînî dewsa wan hatibûn kirin, Gulşen Ozer û Orhan Ayaz anîn ziman ku wan li Bismilê dest bi kampanyaya 'Kampanyaya Malbata Xwişk û Biratiyê' kirine. Hevşaredaran banga xwedîderketina kampanyayê kirin. 
 
Bi armanca kêmkirina bandorên neyînî yên aboriyê Hevserokên Bismilê yên qeyûm tayînî dewsa wan hatibûn kirin, Gulşen Ozer û Orhan Ayaz anîn ziman ku wan li Bismilê dest bi kampanyaya 'Kampanyaya Malbata Xwişk û Biratiyê' kirine. Hevşaredaran banga xwedîderketina kampanyayê kirin. 
 
Daxuyaniya nivîskî yan hevserokan wiha ye:
 
"Partiya me bi dirûşma "em parve dikin em piştevaniyê dikin" dest bi 'Kampanyaya Malbata Xwişk û Biratiyê' kir. Ji bo em xwe bigihêjin welatiyê li gund û navçeyan em hewil didin. Bi taybet ji bo kesên pêdiviyan we heye em hewil didin ku bi vê kampanayayê alîkariya wan bikin. Ew ê pakêtên xurakan ên pêdivî pê hene bên amadekirin. Em hêvî dikin ku em ê bi hev re van rojên zor derbas bikin."