Li Rojava qedexeya derketina derve hat dirêjkirin
- 14:55 6 Nîsan 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema qedexeya derketina derve heta 15 rojên dîtir dirêj kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê dema dirêjkirina qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Ji bo parastina berjewendiyên giştî û zêdekirina li ser biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:
* Dema qedexeya derketina derve li gorî biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an ji sibehê ve heta 15 rojên dîtir hat dirêjkirin an ku ji 07.30.2020’an heta 21.04.2020’an.
* Li gorî benda 4’an a biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an jî dermanxaneyên çandinî û beyteriyê, dikanên sererastkirina parçeyên alavên çandiniyê (patoz, traktor û hwd) divê ji saet 5’ê berêvarê heta 1’ê sibeha roja din vekirî bin.
*Bi vê biryarê kesên têkildar tên agahdarkirin."