Testa Dayika Aştiyê Guler Yuksekbag pozîtîf derket
- 14:28 6 Nîsan 2020
- Rojane
SÊRT - Testa Endama Meclîsa Dayîkên Aşitiyê ya Amedê Guler Yûksekbag pozîtif derket.
Li Tirkiyeyê vîrûsa koronayê her ku diçe zêde dibe. Endamê Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê Guler Yuksekbag dema ku ji Amedê çû gundê Tepebag yê Sêrtê nîşanên vîrûsa koronayê dest pê kirin. Keça dayîka Güler Jiyan Yûksekbag got ku dayika wê dema ku li Amedê pirsgirêk tune bû, lê piştî çûyina wê ya gund nexweş ket.
'Piştî ku em hatin gund nîşanên vîrûsê xuya bûn'
Jiyanê da zanîn ku testa dayîka wê pozîtîf derket û ev tişt anî ziman:" Ji ber ku dayika nexweşa bêhntengiyê ye em ji Amedê hatin gund. Lê piştî ku em hatin gund, nîşanên vîrûsa koronayê hêdî hêdî xuya bûn. Hefteya çûyî em çûn nexweşxaneyê encama testê erênî derket. Dayika min ji roja pênçşemê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê de di bin kontrolê de ye. "