Malbata Dêrsîm Konak a girtî: Li girtîgehan tedbîr nayên girtin

  • 12:25 6 Nîsan 2020
  • Rojane
DÊRSÎM - Malbata Dersîm Konak a li girtîgeha Tîpa T ya Rihayê girtî ye ji raya giştî re banga piştewanî û hestiyariyê kir.
 
Li Tirkiyeyê vîrûsa koranayê her ku diçe belav dibe. Heta niha ji ber şewba vîrûsê li seranserî Tirkiyeyê  bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes bi vîrûsê ketin. Di vê pêvajoyê de qadên ku herî xetereyê de girtîgeh in. Li girtîgehên ku girtiyên siyasî tê de dimînin bi tu awayî  ji hêla rayedaran ve tedbîr nayên girtin. Malbata Dêrsim Konak ya ku 3 sal in li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê de dimîne bang kir. 
 
'Mehek berê kaguş dezenfekte kirin'
 
Xwişka Dêrsimê Delal Konak got ku sedema girtina Dêrsimê beşdarbûna çalakiyên wekî 8'ê Adarê û 1'ê Gulanê. Delalê bal kişand ser rewşa girtîgehan û got ku di pêvajoyeke wiha de girtî bi mirinê re rûbirû ne û wiha axivî: "Dewlet girtiyên siyasî ji zagona înfazê dûr dike. Di hefteya borî di telefonê de xwişka min diyar kir ku maskê tuneye û di koguşa ku 30 kes hene tenê mehek berê hatiye dezengektekirin. Her wiha girtiyan bi giliyan serî li bijîşê dan lê ji ber ku bijîşk li nexweşxanê nîne test nehatin kirin."
 
Delalê dawiya axaftina xwe de bang herkesî kir ku dengê girtiyan bibihîzin û ev tişt got: "Dêrsîm hîn 23 salî ye. Em dixwazin dengê Dêrsimê bê bihîstin. Divê piştgiriya ji bo girtiyan tên dayîn bêtir berfireh bibe. Em dixwazin ku girtiyên siyasî jî di pakêta darazê de bê bi cih kirin û serbest bên berdan."