Li Fasê ji ber vîrûsa korona 5654 girtî hatin efûkirin
- 10:38 6 Nîsan 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fasê ji ber sedema metirsiya vîrûsa koronayê 5 hezar û 654 girtî hatin efûkirin.
Ji aliyê Wezîrê Edaleta Fasê û Kralê Fasê VI’emîn Mihmed ve ji ber sedema vîrûsa korona 5 hezar û 654 girtî hatin efûkirine. Wezîrê Edaleta Fasê eşkere kir ku biryar di çarçoveya tedbîrên xweparastina ji vîrûsa korona û pêşîlêgirtina belavbûna wê de hatiye girtin.
Li Fasa ku hemû sînorên xwe girtîn ji bo rê li ber pandemiyê were girtin tedbîrên xwe zêde dike.