'Gotina 'bersûcên tundiyê li derveyî zagona înfazê ne' ne rast e'
- 09:34 6 Nîsan 2020
- Rojane
ÎZMÎR -Yekîtiya Meclîsên Jinê ya Konseya Bajêr a Îzmîrê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:"Em dixwazin zagona înfazê ji nû de bê amadekirin. Bila zagona înfazê bi awayê ku jinê û zarokan biparêze ji nû de bê amadekirin."
Yekîtiya Meclîsên Jinê ya Konseya Bajêr a Îzmîrê di derbarê zagona înfazê ya ew ê vê hefteyê li meclîsê bê rojevê de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin bersûcên tundiyê li dijî jinê dikin ew ê bi vê zagona înfazê serbest bên berdan.
'Bi vê zagona înfazê bersûcên tundiyê li dijî jinê dikin ew ê serbest bên berdan'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Bi vê zagona înfazê bersûcên tundiyê li dijî jinê dikin ew ê serbest bên berdan.Em dixwazin zagona înfazê ji nû de bê amadekirin. Bila zagona înfazê bi awayê ku jinê û zarokan biparêze ji nû de bê amadekirin. Gotinên 'bersûcên tundiyê li derveyî zagona înfazê ne' ne rast e. Ji ber ku ji ber Vîrusa Koronayê her kes mecbûr e li mal bimîne ew ê jin mecbûr bimînin ku bi bersûc re li heman cihî be. Ev zagon ew ê bibe sedema tundiyên wekî din. Di vê demê de divê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê. Ji bo bextewariya zarok û jinan divê ev zagona ji nû de bê amadekirin."