Elîf Kisa: Dawiya tirsê tune, divê em netirsin

  • 09:27 6 Nîsan 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Elîf Kisa ku girtiya nexweş e û 4 mehe girtiye, diyar kir ku şertên girtîgehê nebaşin û wiha got: “Em gelên Tirkiyeyê divê li dijî neheqiyê derkevin. Dawiya tirsê tüne ye. Divê em netirsin. Em tiştên şaş nakin.”
 
Elîf Kisa ya 64 salî di 3’ê Kanûna 2019’an de li Elbîstana Mereşê bi hinceta çûye hevdîtina girtiyekî û pere jê re razandiye, bi îdiaya ‘alîkarî daye rêxistinê hat girtin. Elîf Kisa di 1’ê Nîsanê de hat berdan. Elîf ku du zarokên wê yek jê giran astengdarin, di seranserê girtina xwe de bi wêneyên kurê wê Ahmet Kisa xêz kiriye, hewl da dengê xwe bide bihistin. Roja hat berdan jî zarokên wê bi kulîlkan ew pêşwazî kirin. Elîfê pêvajoya girtina xwe wiha nirxand.
 
‘Em hatin berdan piştre dîsa hatin girtin’
 
Elîf got beriya bê girtinê li qerekolê îfadeya daye piştre hatiye berdan, lê heman rojê polîs hatine mala wê û got: “Em hatin malê. Ez çûm serdana cîrana xwe ya nexweş. Hatim malê kes tunebû. Derî girtîbû. Ahmet li ser derenceyê bû. Got ‘polîsan bavê min biriye’. Wê navberê dîsa polîs hatin. Ez girtim. Em bi biryara dozger şandin dadgehê û em hatin girtin. Hevjînê min çend rojan şûnde hat bedan. Ez jî 4 meh bû girtî bûm.”
 
‘Serlêdanên girtiyan tên redkirin’
 
Elîfê daxuyakirin ku girtiyek nexweş ya giran ligel wê bûye û çavekê wê nedidît û got: “Du sal bû girtî bû. Rewşa wê nebaş bû. Daxwazname dinivîsî lê dihat redkirin. Birin Dîlokê ji bo dermankirinê. Rewşa wê ji bo girtîgehê ne baş bû. Jinek xwedî hişmend bû. Divê ew jî bê berdan. Rewşa wê li girtîgehê giran dibe. Ev welatê me hemûyane. Em hemû bi hev re parve dikin? Çima em bi hevre parve nakin? Çima evqas dijminahiya met ê kirin. Li koxuşa din jî hevalên rewşa wan giran heye. Hevala Leyla bi salane di girtîgehê deye. Muebet danê. Xwarinek baş nayê dayîn. Emrê wan li wir derbas bû.”
 
‘Me bi derfetên xwe paqij dikir’
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê koxuşan paqij nake û got girtî bi derfetên xwe koxuşan paqij dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vîrusê divê koxuş bihatana dezenfektekirin lê hîna tu tiştek nehatiye kirin. Me çend caran dezenfektan xwest. Me daxwazname nivîsî. Lê encam nehat girtin. Li girtîgeha em diman bûyera vîrusê hîna tunebû. Lê me bihist kul i Mersînê girtiyek ji ber vîrusê miriye. Divê malbat rabin ser piyan. Ew zarok gunehin. Beyî sedem tên girtin. Divê gelên Tirkiyeyê li dijî vê neheqiyê bêdeng nemînin. Dawiya tirsê tune. Divê em netirsin. Em tiştekî şaş nakin.”
 
Elîfê di dawiya axaftina xwe de ji bo hemû kesên ku ji bo wê hewl dane ku bê berdan spasiyên xwe kir.