Xwendekar bi fikar in:Tedbîr girîng e lê piştî wê?

  • 09:26 6 Nîsan 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Xwendekara Zanîngehê Tuba Kiliç diyar kir ku ji ber navber dane perwerdê di dersan de pirsgirêkan dijîn û got: “Nezelaliyek heye. Ji ber vîrûsê biryara rawestandina dibistanan hat dayîn. Lê wê ev valahî çawa bê tijekirin em nizanin.”
 
Li Tirkiyeyê jî piştî vîrusa korona rû da şûnde hinek tedbîr hatin girtin û yek ji van tedbîran jî rawestandina dibistanan bû. Xwendekaran diyar kirin ku nizanin ev rewş wê bandorek çawa bike û gotin ew bi fikarin. Yek ji van xwendekaran jî Tuba Kiliç ya li Zanîngehê beşa Anestezî dixwîne ye.
 
‘Ez nizanim wê pergala onlîne çiqas bi fêde be’
 
Tubayê destnîşan kir ku piştî daxuyaniya wezaretê ya ku dibistan heta 30’ê Nîsanê wê girtî bin ji Stenbolê hatiye cem malbata xwe ya li Qoserê û got: “Em fikarin. Nizanin wê ji vir şûnde rewş çawa be. Ev valahî wê çawa bê girtin. Piştî vîrusê biryara rawestandin perwerdê hat girtin. Ev biryarek raste. Gotin wê li ser pergala onlîne perwerde bidome. Lê em nizanin ku ev pergal wê çiqas bi fêde be. Mamoste ji bo vê valahiyê bigirin hewl didin. Em nizanin wê ders çawa pêş bikevin.”
 
‘Divê tedbîr bên girtin’
 
Tubayê wiha berdewam kir: “Beriya navber bidin perwerdê li dibistanê tedbîr hatin girtin. Dezenfekte hatin bikaranîn. Hewl dan hawirek hîjyenîk biafirînin. Mamosteyan agahî dan. Lê civak di vê mijarê de bê tedbîre. Cîvak gûh nade tedbîran. Lê divê em rîskên mezin li ber çavan bigirin û li gorî vê pêngavan bavêjin. Divê her kes xwe bike bin karantÎnayê. Qe nebe heta ku dema kuluçkayê diqede.”