'Şêniyên navçeya Şêrewa di navbera êrîş û Vîrusa Koronayê de li ber xwe didin'
- 09:03 6 Nîsan 2020
- Rojane
Tolîn Elî
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê bi cih bûne, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundên wan bertek nîşan dan û ev tişt gotin: ” Êrîşên dewleta tirk heya vê kêliyê jî li ser gundên me didome, berxwedana me li hember hemû cureyên dagirkeriyê, wê bidome.”
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navçeya Şêrewa ya herêma Efrînê bê navber didomin. Şêrewa topbaran dikin. Di encamê êrîşên dewleta tirk de, malên sivîl gelek zirar dîtin. Bi armanca koçberkirina şêniyan dewleta tirk û komên girêdayî wê gundên Aqîbê, Sûxonekê, Dêrcemal, Başemrê û Simoqê li Şêrewa, hedef digirin. Her wiha li dijî Vîrusa Koronayê ya li cîhanê belav bûye têkoşîneke mezin didome. Şêniyên li Şêrewayê hem li dijî Vîrusa Koronayê hem jî li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê li berxwe didin. Têkildarî mijarê jinên Efrînê li hember van kiryaran bertek nîşan dan û nêrînên xwe bi me re parve kirin.
‘Êrîşên dewleta tirk ji gundê Kîmarê ya dagirkirî tê kirin’
Endama Meclîsa Navçeya Şêrewa ya Efrînê Rojîn Qehreman êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got:” Êrîşên dewleta tirk heya vê kêliyê berdewam e, lê li hember êrîşan berxwedana gel ya bêhempa didome. Dewleta tirk êrîşên xwe ji gundê Kîmarê ya dagirkirî dikin û hemû êrîşên wan ji bo koçberkirina şêniyan a bi zorê, armanc digire. Êrîş wê berxwedana gel neşkîne. Banga li rêxistinên mafên mirovan û netewên yekbûyî heye ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin û sînor ji destdirêjiya dewleta tirk re dînin.”
‘Gelê Şêrewa di nava agirên êrîş û Vîrûsa Koroneyê de dijîn’
Jina bi navê Arîn Elî jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha gotinên xwe bi lêv kir: ”Ji ber êrîşên dewleta tirk em ji gundê Sûxonekê koçî gundê Aqîbê bûn, lê rojana gund rastî topbarana dewleta tirk tê. Dewleta tirk û komên çeteyên wê gel armanc digire. Di demekê de ku hemû cîhan ketiye nava rewşeke ewarte de ji ber vîrûsê, şêniyên Efrînê di nav agirên êrîş û Vîrûsa Koroneyê de dijîn. Şêniyên navçeya Şêrewa di navbera êrîş û Vîrusa Koronayê de li ber xwe didin. Berxwedana me li hember hemû cureyên dagirkeriyê, wê bidome. ”
‘Gel dibe qurbaniya berjewendiyên bazara dewletan’
Jina bi navê Henîfa Osman li ser xweparastina ji Vîrûsa Korana axivî û wiha got: ”Piştî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a qedexekirina derketinê, şêniyên Efrînê li Şêrewa ev biryar pêk anî, lê di nava êrîşan de ev yek gelek zehmet dibe. Hemû gundên girêdayî Şêrewa tên hedefgirtin. Tevî ku Rejîma Sûrî pargehên leşkerî ava dike, lê şêniyên Efrînê baş nas dikin ku ev hemû pilanên dewletan e û ji bo berjewendiyên xwe gelê sivîl dikin mijara bazaran.”